Aktîvîstên 'Tu jî xavikekê ji bo aştiyê girê bide' li ser rêya Cizîrê ne
Aktîvîstên 'Tu jî xavikekê ji bo aştiyê girê bide' dixwazin destekê bidin gelê Cizîrê û xaniyên ji ber terora dewletê bûne xirbe, ji nû ve ava bikin. Aktîvîstan destnîşan kirin ku aştî bi yekîtiya jinan pêkane.
ZEYNEP KÛRAY
STENBOL / ANF
duşem, 21 rezberê 2015, 10:11
Ji aktîvîstên 'Tu jî xavikekê ji bo aştiyê girê bide' Fîlor Ûlûk, Ummuhan Kûrşûn û hunermend Yasemîn Goksû û Îlkay Akkaya, îro diçin Cizîrê. Aktîvîst dixwazin destekê bidin gelê Cizîrê yê bi rojan rastî gulereşandinê hat û xaniyên ji ber terora dewletê bûne xirbe ji nû ve ava bike. Aktîvîstan destnîşan kirin ku aştî bi yekîtiya jinan pêkane.
Aktîvîstên 'Tu jî xavikekê ji bo aştiyê girê bide' yên ji bo aştiyê hefteya bihurî ber bi Enqereyê ve meşiyan, bi xavikên nîşaneya aştiyê re diçin ji bo gelê Cizîrê hembêz bikin. Heyeta ji çar kesan, ku hunermend Yasemîn Goksû û Îlkay Akkaya jî di nav de hene, wê îro bi balafirê biçe Mêrdînê û ji wir jî derbasî Cizîrê bibin. Aktîvîst dixwazin du rojan li Cizîrê bimînin. Beriya destpêkirina rêwîtiya Cizîrê aktîvîstan hestê xwe ji ANF'ê re vegotin.
PIRA BIRATIYÊ
Ji nûnerên însiyatîfa 'Tu jî xavikekê ji bo aştiyê girê bide' Fîlor Ûlûk diyar kir ku ew ji bo destekdayîna gelê Cizîrê dikevin ser rê. Ûlûk anî ziman ku ew dixwazin bi taybetî biçin Taxên Nûr û Yafesê yên rastî gule û bombeyên dewletê hatine û diyar kir ku ew dixwazin xaniyan ava bikin. Ûlûk da zanîn ku wan taxa Nûrê weke herêma pîlot destnîşan kirine û beriya niha wan boyax û kelûmelên înşeatê şandine. Ûlûk ragihand ku ew dixwazin pira biratiyê ya di navbera rojava û rojhilat de qewîn bikin û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vê piştevaniyê. Ûlûk da xuyakirin ku şer bi giranî ji ber mercên newekhev rû didin û destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî bi şiyara "Di mercên wekhev de, di mafên wekhev de, bi zimanê dayikê aştî" wan Însiyatîfa 'Tu jî xavikekê ji bo aştiyê girê bide' ava kirine. Ûlûk diyar kir ku heta aştiyeke mayînde, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
'EZ DAYIKEK IN Û ÊDÎ NEMA DIKARIN DERIYÊ SARINCÊ VEKIM'
Ummuhan Kûrşûn a piştî jiyana demeke dirêj a li Kanadayê vegeriya û li Bodrûmê dijî da xuyakirin, ku piştgirîdayîna ji bo gelê Cizîrê ji bo wê gelekî watedar e. Kûrşûn got, "Ez dayikek im û nema dikarim deriyê sarincê vekim." Kûrşûn anîz iman ku eger ew karibin kêm be jî birînên gelê Cizîrê bipêçin û rûyê zarokan bikenîne, ev têra wan dike.
Kûrşûn diyar kir ku di dema dorpêçandina Cizîrê de rojavayê Tirkiyeyê di sinifê de maye, li hemberî komkujiyê dengê xwe bilind nekiriye û destnîşan kir ku vê xemsariyê di nava dilan de birîneke mezin vekiriye. Kûrşûn ragihand ku divê herî zêde jin bi hesasiyetê nêzî Cizîrê bibin û got, "Em ê li Cizîrê kolan bi kolan, tax bi tax bigerin û xaniyên veguherîne xirbe boyax bikin. Em bang li mirovên li rojavayê welêt dikin, ku destê xwe dirêjî Cizîrê bikin."
'NE EWLADÊ WELÊT E, EWLADÊ MIN E'
Hunermend Yasemîn Goksû da xuyakirin ku ji bo Cizîrê her roj xwîn ji dilê wê tê û got, "Êdî dixwazim bigirîm û biqîrim. Îsyan dikim û dibêjim êdî bes e." Goksû diyar kir ku wê bi salan şahidî ji terora dewletê ya li Kurdistanê re kiriye û êdî nema dikare xwe li vê terorê rabigire. Goksû got, "Em bi rastî jî aştiyeke mayînde û demokratîk dixwazin. Em vê dipejirînin û ji bo vê daxwaza xwe careke din bilêv bikin diçin Cizîrê." Goksû bal kişand ser rola jinan a li hemberî van zext û zordariyên dewletê û got, "Divê jin rûyê xwe bi temamî bizîvirînin aştiyê. Neyên lîstikan. Ji ber ku jin cîhanê ji nû ve hildiberîne û ti carî ne alîgirê şer e. Pêwîste jin li hev kom bibûn û bêjin 'beriya her tiştî ne welat, beriya her tiştî ewladên me'. Em dayik zarokên xwe xwedî dikin, mezin dikin, didin xwendin û di ciwantiya xwe de ji nişka ve ji me re dibêjin ku ewladê welêt e? Ez vê qebûl nakim. Ew ne ewladê welêt e, ewladê min e."
Goksû da zanîn ku dewlet wijdanê mirovan dirizîne û got, "Li Tirkiyeyê ji dibistana seretayî ve dewlet nîjadperestiyê dixe mejiyê zarokan. Ji ber vê yekê civakeke ku di asteke mezin de ji hev parçe bûye, derdikeve holê."
BERÎ BIBE YÛGOLAVYA...
Hunermend Îlkay Akkaya da xuyakirin ku ew dixwazin bibin dengê Cizîrê û got, "Em bi hev re dikarin bi lez û bez birînên xwe bipêçin." Akkaya bibîr xistin, ku di hemû şer û pevçûnan de êşa herî giran jin û zarok dikişînin û da zanîn ku di 9 rojên dorpêçkirinê de vê rastî careke din li Cizîrê xwe nîşan da. Akkaya got, "Sîstem çiqasî bixwaze welêt weke rojhilat û rojava ji hev cihê bike, daxwaza hevgirtina herduyan wê xurttir bibe." Akkaya destnîşan kir ku ev hevgirtin wê ji aliyê jinan ve bê kirin. Hunermend Akkaya ragihand ku ew di pêvajoyeke gelekî krîtîk re derbas dibin û xwest tavilê alî li zemîna diyalogê vegerin. Akkaya got, "Eger em naxwazin bibin Yûgoslavya yan jî Sûriye, divê em tavilê pêşî li vê ji hev cihê bûnê bigirin."