KJK: Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin

Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk, xwedî li şehîdan derkevin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Komara Dewleta Tirk di tevahiya dîroka xwe de hebûna gelê Kurd qebûl nekiriye, her şêwe polîtîkaya înkar û tinekirinê meşandiye û hat gotin, "Di dema desthilatdariya AKP'ê de jî bi polîtîkayên herî faşîst û bêperwa êrîşên li hemberî nirxên Kurdan dewam dikin. Êrîşên hov ên çeteya faşîst a DAIŞ'ê ya li hemberî perestgeh, bawerî, goristan û dîroka gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dike, hikûmeta AKP'ê jî weke polîtîkayeke dewletê li hemberî Kurdan dimeşîne. Cenazeyên hevrêyên me yên li hemberî êrîşên hov ên DAIŞ'ê nirxên gel parastine, bi rojan li ber deriyên sînor, ji bo birizin hatine sekinandin, li Cizîrê jin, zarok, extiyar gelê sivîl hatiye qetilkirin û destûr nehatiye dayîn ku cenaze werin veşartin. AKP a faşîst û hikûmeta dîktator piştî van pêkanînên xwe niha êrîşî Şehîdgehan dike û dixwaze bi vî rengî tolê ji gelê Kurd hilîne."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Gelê Kurd di her şert û mercê de bi têkoşînê û dayîna berdêlên giran re hebûna xwe parastiye û li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye pêşengê têkoşîna azadiyê û berxwedanê ya bêhempa. Ev nirx, bi xwîn, fedekarî û vîna mezin a şehîdên me hatine afirandin. Polîtîkaya înkarkirina hebûnê, ku ev nîv sedsale weke polîtîkayeke dewletê li hemberî Kurdan tê meşandin, bi keda Rêber Apo û şehîdên me, hatiye beralîkirin.

Pêwîste cîhan hemû zanibe ku êrîşa li hemberî şehîdgehan êrîşa li hemberî hebûna gelê Kurd e. Êrîşa li hemberî xwediyên eslî û xwerêveberiyên gel e. Realîteya Kurd ku hebûna wê nekarîbû bê înkarkirin û bi ti polîtîkayeke bi xwîn nekarî bê tepisandin, îro bersiva pêwîst daye hikûmeta AKP'ê ya ku polîtîkaya tinekirinê, faşîst û herî hov a dîrokê dimeşîne. Hînê jî wê bersivê bide. Hikûmeta AKP'ê bi êrîşa li hemberî şehîdgehan re roj bi roj xwe nêzî kevirê herî lenetkirî yê gorê dike. Bêguman bersiva herî xurt a li hemberî hikûmeta AKP'ê ya kevirekê gorê ji dê û ewladên Kurd re nahêle, wê ji aliyê jinên Kurd ve bê dayîn. Di serî de jinên Kurd em bang li teavhiya gelê xwe û demokratên alîgirê nirxên mirovahiyê dikin, ku li hemberî van polîtîkayên hovane yên hikûmeta AKP'ê, xwedî li Şehîdgehan derkevin û bi vî rengî xwedî li hebûn û xwerêveberiyê derkevin."