Li Viyanayê çalakiya kon a li dijî tecrîda li ser Ocalan
Li Viyanayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konê agahdarkirinê hat vedan.
Li Viyanayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konê agahdarkirinê hat vedan.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de duh konê agahdarkirinê hat vedan.
Kon bi pêşengiya jinan li Stephansplatzê hat vedan û li ser tecrîdê û qewimînên li Kurdistanê, belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.
Tevî hewa sar û baranê jî, çalakiyê bi biryardarî dewam kir. Lê belê li hemberî vê çalakiyê hewldaneke provokasyonê rû da û li ser destwerdana polîsan piştî demeke kurt provokasyon bi dawî bû.