BI DÎMEN

Ji xwerêveberiya li Cizîrê re jin pêşengiyê dikin!

Li Cizîrê, li dijî polîsên tevgera taybet ên xwestin piştî îlana xwerêveberiyê dest bi operasyona binçavkirinê bikin, li taxan nobed tên girtin.

Jinên Cizîrî, ku ji bo avakirina sîstemeke demokratîk bi rola pêşengiyê radibin, piştî rakirina qedexeya derketina derve ya 9 rojan, li gorî derfetên xwe hewl didin pirsgirêkên li taxan çareser bikin û ji malbatan re bibin alîkar.

Li Cizîrê, jinên di modela xwerêveberiyê de roleke aktîf dilîzin, ji bo avakirina sîstema demokratîk dest bi kar kirin. Li dû rakirina qedexeya derketina derve ya 9 rojan, jin ji malbatên xaniyên xwe winda kirine re, malzemeyên ji bo jiyana rojane belav dikin. Ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê, perdeyan li serê kolanên xwe ve dadiliqînin. Jin li hemberî serdegirtinan nobedê digirin û destnîşan dikin ku ew ê nehêlin polîsên tevgera taybet êdî xwe bigihînin taxên wan.

...