Li Girtîgeha Jinan a Enqereyê tacîz û lêgerîna tazî!
Li Girtîgeha Jinan a Enqereyê zexta lêgerîna tazî tê kirin û girtî rastî tacîza leşkeran tên. Jin bi çalakiyeke balkêş bersivê didin van zext û zordariyan.
Li Girtîgeha Jinan a Enqereyê zexta lêgerîna tazî tê kirin û girtî rastî tacîza leşkeran tên. Jin bi çalakiyeke balkêş bersivê didin van zext û zordariyan.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Enqereyê, bûyerên tacîzê her dewam in. Ji bilî lêgerînên rûtîn ên gardiyanan di dema birina nexweşxane û girtîgehê de, vê carê jî lêgerîna ji aliyê leşkeran ve, derket holê.
Di demeke ku girtin, sirgûn û veguhastin gelekî zêde ye de, zexta lêgerîna tazî li girtiyên jin ên nû tînin girtîgehê, tê kirin. Tevî ku girtî vê qebûl nakin jî, ev yek lêgerîn bi îşkence û zorê tê kirin.
Girtiyan anîn ziman ku di meha Tebaxê de, di dema ziyaretan de ji wan hatiye xwestin ku heta kincê xwe yê binî derxînin û di dema dawî de her gava ji hucreyan tên derxistin, kincên wan ji wan tên kirin, bi tenê kincê binî dimîne û bi vî rengî wan didin meşandin. Girtiyên jin anîn ziman ku bi vî rengî wan dibin heta cihê dixwazin bibin û bi vî rengî wan vedigerînin hucreyan.
Girtiya ji doza TKP/ML Resmiye Vatansever a li Girtîgeha Jinan a Enqereyê tê ragirtin, bi rêya nameyekê, bûyerên bi serê wan de tên anîn, ji ANF'ê re vegot:
"Li vê girtîgehê tacîz bênavber didome. Tevî lêgerîna ji aliyê gardiyanan ve di dema çûyîna nexweşxane û dadgehan de tên kirin, niha jî lêgerîna ji aliyê leşkeran ve tê kirin. Van lêgerînan jî ne li cihên kamera lê hene, li cihên kamera lê nîne 'odeyên êrîşên lêgerîna tazî lê tên kirin) dixwazin pêk bînin. Me lêgerîneke bi vî rengî qebûl nekirin û em niha nahêlin tiştekî wiha bikin.
Lê belê li girtîgehan, êrîşên bi vî rengî zêde ne û timî tên kirin. D di meha Tebaxê de ji jinên hatin hevdîtina vekirî xwestin, ku heta kincên xwe yên binî derxînin. Di heman demê de, zexta lêgerîna tazî li hevalên me yên jin ên nû tînin vê derê, tê kirin. Tevî ku vê qebûl nakin jî, bi zorê vê lêgerînê dikin. Em jî bi protestokirinê mîna her carê bersivê didin van êrîşan. Bi erîşên dawî re me protestoyeke nû pêk anîn.
Weke girtiyên ji doza TKP/ML, TÎKKO, PAJK û MLKP'ê, di her cara ji hucreyê tên derxistin, dirûşmên 'Ji lêgerîna tazî re na', 'îşkence wê rûmeta mirovahiyê bişikîne' diqîrîn, kincên li ser xwe ji xwe dikin û bi tenê bi kincên binî dimeşin. Bi vî rengî jî li hucreyê vedigerin. Li hemberî her êrîşeke lêgerîna tazî em bi hev re dirûşmeyan diqîrin û li deriyan didin."