Endamên Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan li Cizîrê ne

Ji gelek bajarên Tirkiyeyê 150 jinên endamên Ji bo Aştiye Hewldana Jinan hatin Cizîra Botan.

Ji gelek bajarên Tirkiyeyê 150 jinên endamên Ji bo Aştiye Hewldana Jinan hatin Cizîra Botan. Jinan diyar kir ku ew dixwazin bizanin ka jinên Cizîrê çawa 9 rojan li ber xwe dane û gotin jinên Cizîrê ne 9 rojan ev bi salan e bi berxwedanê xwedî li jiyanê derdikevin.

Bi bangawaziya Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan (BÎKG) ji gelek bajarên Tirkiyeyê jin berê xwe dan Cizîra Botan. Jinên ku bi dirûşma, "Em tililiyên xwe zêde dikin. Em şahidê Cizîrê ne, parêzvanên aştiyê ne" hatin Cizîrê, destpêkê çûn serdana rêxistinên navçeyê yên DBP û HDP'ê.

Li ser navê heyetê, endama BÎKG'ê Fîlîz Karakuş axivî û got ku ji bo berxwedana gelê Cizîrê û bi taybet jinên Cizîrê silav bikin hatine bajêr. Karakuş da zanîn ku ji Stenbol, Bursa, Enqere, Kocaelî, Sakarya, Antalya, Edene, Kayserî, Sêrt û Mersîn di serî de ji gelek bajaran 150 jin di heyetê de cih digirin û wiha axivî: "Ji ber ku em êşa jinên Cizîrî parve dikin em li vir in. Çawa ku em ê Cemîle ji bîr nekin, em Fatma jî ji bir nakin."

'JINÊN CIZÎRÊ XWEDÎ LI JIYANÊ DERKET'

Karakuş diyar kir ku ew dixwazin bizanin ka jinên Cizîrê çawa 9 rojan li ber xwe dane û wiha pêde çû: "Jinên Cizîrê xwedî li jiyanê derket û ji bo vê li ber xwe da û bi salan e ne ji bo 9 rojan. Di nav 9 rojan de 21 sivîl ji aliyê dewletê ve hatin kuştin. Em ji bo ku we hembêz bikin û bêjin em bi we re ne em hatin."

Karakuş destnîşan kir ku dem jin dest bidin hev dikare aştî pêk were û li ser xwerêveberiyê jî axivî. Karakuş got ku her wiha ji bo ceribandinên xwerêvebirinê ji jinan guhdar bikin hatine bajêr û wiha berdewam kir: "Em jin ji bo aştiyê deng derdixin."

Piştî daxuyaniyê heyeta jinan bi meşê çûn Taxa Cûdî ku ji bo 21 kesan taziyê hatiye danîn û sersaxî ji malbatan re xwest. Heyeta jinan wê îşev li Taxa Cûdî bimînin û di çarçoveya bernama xwe ya 3 rojan de sibe biçin serdana Taxa Nûrê.