JIN
Hemû Nûçe
-
'Divê JINHA weke çavkaniya rûmetê ji bo Tirkiyeyê bê dîtin'
KJA nerazîbûn nîşanî astengkirina malpera JINHA'yê da û xwest, ev helwesta antî-demokratîk bê terikandin. -
Yekane hêviya jinan HDP ye!
Namzetên jin ên HDP'ê yên parlamenteriyê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Namzetan destnîşan kirin, ku yekane hêviya jinan HDP ye. -
Banga 'bêdeng nemîne' li dewleta Fransayê hat kirin
Li Frankfûrtê, ji bo sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin. -
KJA: Li dijî şer, aştî a niha!
KJA diyar kir, ku ew ê destekê bidin çalakiya bi şiyara 'Li dijî şer, aştî a niha' bê lidarxistin. -
Jinên HDP'yî: Em ji gefên Akdag natirsin, serî li ber AKP'ê natewînin!
Jinên HDP'yî, nerazîbûneke tund nîşanî Akdag ê AKP'yî dan, ku gef li Hevseroka Giştî Yuksekdag xwar. Di daxuyaniyê de banga xurtkirina piştgiriya hev a jinan hat kirin. -
Jinan li Parîsê ji bo hilbijartinê stand vekirin
Li paytexta Fransa Parîsê, Komîsyona Hilbijartinê ya Jinên HDP'yî ya Parîsê, der barê hilbijartinê de standa agahdarkirinê vekirin. -
Weşana malpera JINHA hat astengkirin
Serokatiya Ragihandin û Telekomunîkasyonê, weşana navnîşana jinha.com.tr asteng kir. -
Jinên HDP'yî xebatên xwe yên hilbijartinê li Hambûrgê didomînin
Jinên HDP'yî yên li Hambûrgê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, xebatên xwe yên civînên li semtan û standên agadarkirinê didomînin. -
Li Hambûrgê çalakiya edalet û heqîqetê
Di mîtînga bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn de, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Cotmeha 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edalet û heqîqetê hat kirin. -
CENÎ banga tevlîbûna mîtînga 9'ê Cotmehê ya li Brukselê kir
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, di salvegera 17. de komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga tevlîbûna li mîtînga 9'ê Cotmehê ya li Brukselê kir. -
Hovîtiya AKP'ê li Swêdê hat şermezarkirin
Jinên Kurd ên li Swêdê dijîn, rêbazên hovane yên AKP û dewleta Tirk ên di şerê li hemberî Kurdan de bi kar tînin, şermezar kirin. -
TJK-E ji bo mîtînga protestoyî ya 9'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir
TJK-E, bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî, ji bo çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Brukselê banga tevlîbûna girseyî kir. -
Hudaverdî ya ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
Li Farqînê, welatiya bi navê Hayriye Hudaverdî (70) a ku di êrîşên tîmên taybet û polîsan de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
Dîsa sirûda Îstîklal, dîsa îşkence
16 jinên HDP'yî yên li Stenbolê hatin binçavkirin, di otobusa polîsan de rastî zext û îşkenceyê hatin. Derket holê ku polîsên jin di otobusê de li jinên HDP'yî dane û hewl dane bi zorê sirûda Îstîklalê bi wan bidin gotin. -
Bûldan: Em ê serî netewînin; di 1'ê Mijdarê de em ê bersivê bidin
Koordînasyona KJA ya Stenbolê, binçavkirina 52 HDP'yiyên li Stenbolê, şermezar kir. Bûldan di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku îşkence li binçavkiriyan hatiye kirin û destnîşan kir, ku ew ê di 1'ê Mijdarê de bersivê bidin AKP û Erdogan. -
Dayikên Aştiyê: Erdogan ji cenazeyê me jî ditirse!
Dayikên Aştiyê yên Sêrtê, lenet li îşkenceya li cenazeyê Haci Bîrlîk hat kirin, anîn. Dayikan nerazîbûn nîşanî Erdogan dan û gotin, "Em ne ji panzerên wî ne jî ji tanên wî ditirsin. Em ê nehêlin Erdogan li wir rûnê." -
Li Den Haagê panela jinan û hilbijartinê
Li bajarê Hollanda Den Haagê panelek jinan û hilbijartinê hat lidarxistin. Yuksekdag a bi rêya telefonê beşdarî panelê bû got, "Me soza dane şehîdên jin ti carî ji bîr nekir. Nirxê hemû canên hatine qetilkirin li ser milê jinan e." -
Li Dortmûndê şeva jinan a ji bo piştgiriya HDP'ê
Li welatên Ewropayê, yek ji şevên piştgiriya bi HDP'ê re li bajarê Elmanya Dortmûndê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve hat organîzekirin. -
Meclîsa KJA li dijî kiryarên hikûmeta AKP'ê banga çalakiyên demokratîk kir
Di daxuyaniya piştî civîna meclîsa timî ya KJA ya li Amedê de bang li jinan û tevahiya gel hat kirin, ku li hemberî pêkanînên li dijî mirovahiyê yên hikûmeta AKP'ê, çalakiyên demokratîk pêk bînin. -
Li Parîsê jin bi rojeva hilbijartinê civiyan
Jinên Kurd ên li herêmên Vîllîer le Bel, Grîgny û Champîgny ên Parîsê dijîn, li ser mijarên HDP û hilbijartinê, civîn lidar xistin. -
Danezana hilbijartinê ya jinan a HDP'ê tê aşkerakirin
Jinên HDP'yî yên bi dirûşma "Ji bo azadî û wekehviyê jin wê qezenc bikin" xwe ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê amade dikin, danezana xwe ya hilbijartinê aşkera dikin. -
Li dijî tecrîdê li Dusseldorfê kon hat vedan
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, çalakiya "Azadî ji Ocalan re" ku her hefte li cihekî bajêr ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk û Însiyatîfa Jinê ya Dusseldorfê ve tê lidarxistin, vê hefteyê jî dewam kir. -
Jinên HDP'yî yên li Hambûrgê bi îdîa ne
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dewam dikin. Tevî vekirina gelek standên agahdarkirinê, jinan xebatên xwe yên li semtan zêde kirin. -
Lêkolînerên jin 'bêhna mirinê' tespît kirin
Du zanistên jin ên li zanîngeheke li Belçîkayê wezîfedar in, mora xwe danîn binê lêkolîneke ku 'bêhna mirinê' tespît kiriye. -
Heyeta jinan a Fransayê: Dewleta Tirk êrîşî jinan dike
Heyeta jinan a Fransayê ya li Amed û Cizîrê lêkolîn kir da zanîn, ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de bi taybetî jinan hedef digire û diyar kir ku jin hatine birîndarkirin, binçavkirin û girtin.