Jinên HDP'yî xebatên xwe yên hilbijartinê li Hambûrgê didomînin

Jinên HDP'yî yên li Hambûrgê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, xebatên xwe yên civînên li semtan û standên agadarkirinê didomînin.

Jinên HDP'yî yên li Hambûrgê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, xebatên xwe yên civînên li semtan û standên agadarkirinê didomînin. Duh li semta Altona standa agahdarkirinê hat vekirin û jinên HDP'yî Yên li semtên Osdorf û Lûrûp dijîn jî, li ser kar û barên dengdayînê yên îro destpê dikin de, li hev kom bûn û bi hev şêwirîn.

Jinên li ser banga Meclîsa Jinê ya Rojbîn li navenda semta Osdorfê civiyan, plansaziyek destnîşan kirin ku ji bo biçin mirovên ji aliyê dengdayînê ve bêbiryar in û ji bo dengê xwe bidin HDP'ê wan îqna bikin. Jinan ragihandin, ku ji bo pêşî li hîleyên gengaz ên di hilbijartinê de werin kirin, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê wezîfedarên li sindoqan. Jinan anîn ziman ku hilbijêrên xwedin û nivîsandina xwe nînin, divê morê li glovera li binê dara HDP'ê bixin û hişyarî dan ku di hilbijartinên beriya niha de gelek mirovan ji ber heyecanê çend caran mor li ser hev lê xistine û hat xwestin, ku her kes di vî warî de baldar be.

Di dawiya civînê de biryar hat dayîn ku jinên li semtên Osdorf û Lûrûpê, roja Çarşemê saet di 11:00 de li rawestgeha Achternbornê bicivin û bi awayekî komî biçin dengdayînê.

...