Danezana hilbijartinê ya jinan a HDP'ê tê aşkerakirin
Jinên HDP'yî yên bi dirûşma "Ji bo azadî û wekehviyê jin wê qezenc bikin" xwe ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê amade dikin, danezana xwe ya hilbijartinê aşkera dikin.
Jinên HDP'yî yên bi dirûşma "Ji bo azadî û wekehviyê jin wê qezenc bikin" xwe ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê amade dikin, danezana xwe ya hilbijartinê aşkera dikin.
Namzetên jin ên HDP'yî, ji bo danezana xwe ya hilbijartinê aşkera bikin, li Enqereyê civiyan.
Li salona civînê pankartên bi nivîsa "Ji bo azadî û wekheviyê wê jin qezenc bikin", "Dîsa dîsa azadî", "Dîsa dîsa aştî", "Dîsa dîsa edalet" û pankarta ji wêneyê gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan (Kevser Erturk) a piştî hat qetilkirin îşkenceya zayendî lê hat kirin, ku nivîsa 'dema dewlet xwe ji bo zilmê tazî dike, Ekîn jî berxwedanê li xwe dikin' hatin daliqandin.
Di civînê de tevî namzetên parlamenteriyê, dayika şehîdê Gezî Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk û şanoger Esmeray jî amade ne.
Di civînê de wê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlamentear HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak bipeyivin.
Di danezana hilbijartinê ya jinan de, ku bal tê kişandin ser pêşengiya jinan ji bo jiyana nû û aştiyê, tê gotin, "Jin wê şerê qesrê bisekinînin."
Di danezanê de hat ragihandin ku şîdeta li hemberî jinê di dema AKP'ê de 1.400 qatî zêde bûye û banga "Li dijî dijminên jinan, deng ji HDP'ê re" hat kirin.
Li gorî danezana hilbijartinê ya jinan, li her bajarekî nifûsa xwe zêdeyî pêncî hezarî ye, wê 'stargehên' jinan ên ser bi Wezareta Jinê yan jî rêveberiyên herêmî bên vekirin û yên venekin wê bên cezakirin.
Di danezanê de hat bibîrxistin ku HDP bi 32 wekîlên xwe yên jin re Koma Meclîsê ya Jinan ava kiriye û hat gotin, "Di 1'ê Mijdarê de bi komeke xurttir a jinan em ê li parlamentê bibin dengê jinan."
Di danezanê de polîtîkayên civakî yên ji bo jinan jî cih girtin. Ji bo keda jinê jî hat gotin, "Wê ji bo jinan bêhtir cihên kar bên veqetandin, bêkarî were kêmkirin û newekhevî ji holê bê rakirin."
Şoreşa Jinê ya Rojava jî di danezanê de cih girt. Di danezanê de hat ragihandin ku li Rojava jin hem di avakirina jiyana nû hem jî di berxwedana li hemberî DAIŞ'ê de rola pêşengiyê dilîzin û hat gotin, "Rojava û Kobanê bi afirînerî, bawerî, hêz û berxwedêriya xwe ya têk naçe re ji bo me hemûyan bû hêvî, bû mînak."