Di mîtînga bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn de, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Cotmeha 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edalet û heqîqetê hat kirin.
ANF
HAMBÛRG
pêncşem, 8 kewçêrê 2015, 07:18
Di mîtînga bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn de, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Cotmeha 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edalet û heqîqetê hat kirin.
Di çalakiyê de, komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat destpêkirin hat şermezarkirin. Parêzer Brîtta Eder li vir peyivî û diyar kir, ku divê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê, ji ber sûcên xwe yên şer bên darizandin.
Eder da xuyakirin, ku kaşkirina bedenê Haci Lokman Bîrlîk li pişt panzerê û hovîtiya li gelemperiya Kurdistanê li hemberî gelê sivîl tê kirin sûcê şer e û xwest, ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê heyetên çavdêr ên li qada navneteweyî werin şandin.
Dûre Hevseroka Tevgera Azadî Komelgeh Kurdistan Şîlan Şakir mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku mîna komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, bi qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re hatiye xwestin, vîna azadiyê ya gelê Kurd bê şikandin û destnîşan kir, ku ev yek wê ti carî bi ser nekeve. Şakir got, "Roj wê bê, berpirsyarên hovîtiyê wê werin darizandin û cezakirin."
Pêkhateyên PYD'ê yên li Hambûrgê jî destekeke mezin dan çalakiyê. Di axaftinên li çalakiyê de ji bo meşa roja Şemiyê saet di 15:00 a li Hachmannplatzê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û bilêvkirina daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga tevlîbûnê hat kirin.