Lêkolînerên jin 'bêhna mirinê' tespît kirin
Du zanistên jin ên li zanîngeheke li Belçîkayê wezîfedar in, mora xwe danîn binê lêkolîneke ku 'bêhna mirinê' tespît kiriye.
Du zanistên jin ên li zanîngeheke li Belçîkayê wezîfedar in, mora xwe danîn binê lêkolîneke ku 'bêhna mirinê' tespît kiriye.
Lêkolînerên laboratûwara toksîkolojîk ya Zanîngeha Loûvaîn a Belçîkayê, molekulên firoke yên karestîk ên cesedê mirovekî di rewşa ji hev belav bûnê de ye, derxistin holê. Tê payîn ku bi saya lêkolîna nû re wê xebatên lêgerîna li cesed êdî hêsantir bibe.
Ev vedîtin di kovareke zanistiyê ya bi navê PLOS ONE de hat weşandin. Lêkolîneran dan xuyakirin ku bi vê vedîtina nû re wê kûçikên polîsasn baştir werin perwerdekirin û bêvileke elektronîk a taybet a ku di xebatên lêgerîna li cesed de bê bikaranîn, were afirandin.
Zanyar nêzî deh sal in hewl didan bêhna mirinê lêkolîn bikin. Ji ber ku ti encam ji van lêkolînan bi dest neket, kîmyager Eva Cûpers û xwendekar Elîen Rosîer, ji cesedên mirovan, heywanen cuda yên weke keroşk, kûsî yan jî xilt, mînak berhev kirin.
Lêkolîneran 6 mehan, gazên ji ber rizandina van parçeyên cesedan lêkolîn kirin û di encamê de 452 molekulên cuda tespît kirin. Ji van molekulan 8 jê molekulên hevpar ên mirov û berazan e. Gelek nuqteyên hevpar ên van her du cûreyan hene.
Bi gotineke din, donê beden, cûreyê mûyê beden, yan jî bandora mîkrobê di sîstema hezmkirinê de, çend ji aliyên hevpar ên van her du cûreyan e.
Kîmyageran her wiha kokteylek ji pênc molekulên ji bedena mirovan derket, keşif kirin. Ya ji niha û pê ve were kirin jî ew e; ev lêkolîn li ser bedenên yekparetiya xwe xeranebûye bê ceribandin û piştrast kirin.