Li Dortmûndê şeva jinan a ji bo piştgiriya HDP'ê
Li welatên Ewropayê, yek ji şevên piştgiriya bi HDP'ê re li bajarê Elmanya Dortmûndê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve hat organîzekirin.

Şeva ku ji aliyê Meclîsên Jinan ên TJK-E ve hat lidarxistin, bi dirûşma "Bi deng û rengê jinê re piştgiriya ji bo HDP'ê" pêk hat.
Di şevê de tevî Parlamentera HDP'ê ya Erzîromê Seher Akçinar Bayar, hunermend û endama HDP'ê Pinar Aydinlar, Hevseroka Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) Fatoş Goksûngûr û nûnerên DÎDÎF'ê, bi sedan jin amade bûn.
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr ve hat kirin. Goksûngûr di serî de jin bang li hemû koçberên li Elmanya û welatên din ên Ewropayê dijîn kir ku xwedî li HDP'ê derkevin. Goksûngûr ji jinên li dîasporayê dijîn xwest ku bibin dengê jin û gelên li Kurdistanê di nava şer de ne.
Parlamentera HDP'ê ya Erzîromê Seher Akçinar Bayar û Pinar Aydinlar jî di şevê de axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ser 'şerê qesrê' yê AKP û Erdogan li Kurdistanê dimeşînin û hat ragihandin ku herî zêde jin û zarok dibin mexdûrên komkujî û zilmê.
Di axaftinan de hat destnîşankirin, ku di 7'ê Hezîranê de soza 'em ê te nekin serok' li hemberî Erdogan hatiye dayîn, kuı di 1'ê Mijdarê de jî wê bi heman biryardariyê vîna gel derkeve holê.
Di şevê de ji jinan û hemû koçberan hat xwestin, ku li hemberî şer yekîtiya jinê were nîşandan û di dengdayîna navbera 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan.
Di şevê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Bijî HDP", "Kujer Erdogan" bênavber hatin qîrîn. Piştî axaftinan komeke bi navê Dengê Xwezayê ya TEV-ÇAND'ê û hunermend Narînxan derketin ser dikê.