Heyeta jinan a Fransayê: Dewleta Tirk êrîşî jinan dike
Heyeta jinan a Fransayê ya li Amed û Cizîrê lêkolîn kir da zanîn, ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de bi taybetî jinan hedef digire û diyar kir ku jin hatine birîndarkirin, binçavkirin û girtin.
Heyeta jinan a Fransayê ya li Amed û Cizîrê lêkolîn kir da zanîn, ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de bi taybetî jinan hedef digire û diyar kir ku jin hatine birîndarkirin, binçavkirin û girtin.
Heyeta jinan a Fransayê ya li Amed û Cizîrê lêkolîn kir da zanîn, ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de bi taybetî jinan hedef digire û diyar kir ku jin hatine birîndarkirin, binçavkirin û girtin.
Hulya Aksoy, endama Departa Hauts-de-Seine Laûrren Genthon, ji Komeleya Piştgiriyê ya Kurdistan-Fransayê Sylvîe Jan û rojnamevan Emanûelle Valntî, li Cizîr û Amedê rêze lekolîn kirin.
Heyetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku wê encamên lêkolînên xwe bikin rapor û di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin.
Heyetê ragihand ku ew li ser banga Tevgera Jinên Kurd çûne Kurdistanê û got, "Rewşa ku me li wir dît, gelekî bandor li me kir û em hejand. Ji bo em tiştên me dîtine vebêjin, divê em li gotinan bigerin. Gotinên ku me ji bo vegotina vê rewşê peyda kirine jî; teror, trajediya mirovahî, ekolojîk, çand û polîtîk e. Her wiha em gotinên cesaret, hêvî û têkoşîna heta dawiyê hildibijêrin."
Heyetê diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê R. T. Erdogan, di bin navê têkoşîna li dijî 'terorîzmê' de li hemberî gelê Kurd 'şerê total' daye destpêkirin û destnîşan kir ku polîs û leşkeran serî li êrîşên faşîst dane. Heyetê anî ziman ku wan dîtine roket û çek ji bo kuştina mirovan hatine bikaranîn û li hemberî sivîlan gaz jî hatiye bikaranîn.
Heyeta Jinan a Fransayê da xuyakirin ku di êrîşên dewleta Tirk de jin bi taybetî hedef hatine girtin û da zanîn ku gelek jin birîndar bûne, hatine binçavkirin û girtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li avahiya HDP'ê ya Cizîrê qatê ku jin bi kar tînin bi taybetî hedef hatine girtin û hat destnîşankirin ku parlamenterên pêşî li wan tên girtin û hevşaredarên hatine girtin, bi taybetî jin in.
Heyetê anî ziman ku trajediyeke însanî û ekolojîk diqewime û diyar kir ku çiya û daristan hatine şewitandin, bi hezaran heywan bi awayekî zindî hatine şewitandin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku li navçeya Amed Sûrê, mizgefta ji sedsala 16'an maye, rastî gulereşandina polîs û elşkeran hatiye û bal hat kişandin ser êrîşên li dijî goristanên gerîla. Di daxuyaniyê de cih ji vê gotina parêzereke endama ÎHD'ê re hat dayîn: "Bifikirin; desthilatdariyek êrîşî goristanan dike, wê çi bîne serê zindiyan."
Heyeta Jinan a Fransayê da xuyakirin ku jin berxwedaneke mezin nîşan didin û destnîşan kirin ku ev bexwedan ji kevneşopiya Rojava ya parastina li dijî DAIŞ'ê tê. Di daxuyaniyê de bang li Fransa û civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo sekinandina êrîşan zextê li dewleta Tirk bikin. Heyetê her wiha diyar kir ku divê hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê bi awayekî azad werin kirin û hevdîtinên ji bo aştiyê jî ji nû ve bên meşandin.