Jinên HDP'yî: Em ji gefên Akdag natirsin, serî li ber AKP'ê natewînin!
Jinên HDP'yî, nerazîbûneke tund nîşanî Akdag ê AKP'yî dan, ku gef li Hevseroka Giştî Yuksekdag xwar. Di daxuyaniyê de banga xurtkirina piştgiriya hev a jinan hat kirin.
Jinên HDP'yî, nerazîbûneke tund nîşanî Akdag ê AKP'yî dan, ku gef li Hevseroka Giştî Yuksekdag xwar. Di daxuyaniyê de banga xurtkirina piştgiriya hev a jinan hat kirin.
Jinên HDP'yî, nerazîbûneke tund nîşanî Akdag ê AKP'yî dan, ku gef li Hevseroka Giştî Yuksekdag xwar. Di daxuyaniyê de banga xurtkirina piştgiriya hev a jinan hat kirin.
Koordînasyona Jinan a Navenda HDP'ê, der barê gotinên namzetê AKP'ê yê Erzîromê û Wezîrê berê yê Tenduristiyê Recep Akdag ê ku jin hedef nîşan da de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêveberiya AKP a ku di şexsê Hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdag û parlamenterên me yên jin de dijminatiyê li jinan dike, bi hedefnîşandana jinan re vê helwesta xwe bi israr didomîne." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Vê carê jî namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê yê Erzîromê û wezîrê berê yê tenduristiyê Recep Akdag bi gotina 'bi yek fîşekê tuyê bê xistin' yekser gef li Hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdag xwariye. Zîhniyeta AKP'ê careke din nîşan daye ku ew tehemûl nake jin di nava siyasetê de cih bigirin û li her qadê têbikoş in."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku heman piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li gelek navçeyên weke Cizîr, Nisêbîn, Bismil, Farqîn, Gimgim, Qoser û Geverê, bi hezaran jin rastî şîdeta dewletê hatine û bal hat kişandin ser girîngiya rêxistinbûyîna xurt a hemû jinan.
'JI HER ŞÊWE ÊRÎŞÊN GENGAZ, BERPIRSYAR IN'
Koordînasyona Jinan a Navenda HDP'ê da xuyakirin, ku zêdebûna bûyerên kuştina jinê di desthilatdariya 13 salan a AKP'ê de, rewşeke rasthatî nîne û da zanîn, ku di nava 13 salên dawî de ji ber polîtîkaya AKP'ê ya dijminatiya li jinan, bi qasî ku ji aliyê raya giştî ve tê zanîn 5 hezar 508 jin hatine kuştin.
Koordînasyonê diyar kir ku ev cînayetên qirkirina jinê, şerekî li dijî jinê yê nav lê nehatiye kirin e û got, "Gefa 'tuyê bi yek fîşekê bê xistin' ne gefa yekemîn e ku rêveberên AKP'ê bi rêya med û saziyên xwe li Hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdag dike. Daxuyaniya duh a Recep Akdag, mesajek ji bo tetîkkêşên xwe ye. Em vê yekê weke hewldaneke pêkanîna sûcekî organîzeyî dibînin û ji raya giştî re radigihînin ku berpirsyarê her êrîşek gengaz a li hemberî Hevseroka me û jinên HDP'yî, wê Recep Akdag û AKP be.
'EM PIŞTGIRIYA JI HEV RE XURTTIR BIKIN'
Li hemberî vê gefa li dijî Hevseroka me, ji aliyê hiqûqî ve em ketin nava tevgerê. Em bang li hemû rêxistin û însiyatîfên jinan dikin ku li dijî vê û gefên bi vî rengî, piştgiriya hev a jinan xurttir bikin."