Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê, li ser îşkenceya li cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ê ku piştî înfazkirinê cenazeyê wî bi panzerê ve hat girêdan û bi erdê ve hat kaşirin, civîneke çapemeniyê lidar xistin.
'EM Ê NEHÊLIN ERDOGAN LI WIR RÛNÊ'
Daxuyaniya ku li avahiya meclîsê hat dayîn ji aliyê endama meclîsê Hediye Suçî ve hat xwendin. Suçî diyar kir ku bi şerê ji aliyê Erdogan ve hatiye destpêkirin re cenazeyê ciwanan li pişt panzeran tên girêdan û bi erdê ve tên kaşkirin. Suçî anî ziman ku ew vê hovîtiyê ji bîr nakin û ev tişt anî ziman: "Em pêkanînên Erdogan lenet dikin. Em ti carî vê hovîtiyê ji bîr nakin."
Suçî bilêv kir ku bi vê pêkanînê re hewl didin çavên gel bê tirsandin û wiha pê de çû: "Erdogan dixwaze bi cenazeyê şehîdê me yê li pişt panzêrê kaş kir çavê me bitirsîne. Em ne ji panzêrên wî û ne jî ji topên wî ditirsin. Eger ew misilman bûya cenazeyê şehîdê me li pişt panzêrê bi erdê ve kaş nedikir. Em vê yekê ji bîr nakin. Em wekî dayikan soz didin ku em ê nehêlin Erdogan li ser wî textî rûnê. Erdogan ji cenaze û şehîdgehên me ditirse."