Li dijî tecrîdê li Dusseldorfê kon hat vedan

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, çalakiya "Azadî ji Ocalan re" ku her hefte li cihekî bajêr ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk û Însiyatîfa Jinê ya Dusseldorfê ve tê lidarxistin, vê hefteyê jî dewam kir.

Di çalakiya vê hefteyê de, bal hat kişandin ser komploya 9'ê Cotmehê û hat bibîrxistin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 16 sal in di nava mercên Îmraliyê de tê ragirtin.

Di çalakiya ku li binê konê hat vedan de pêk hat, bi sedan belavokên ji aliyê Buroya Aştiyê CENÎ ve li ser komploya 9'ê Cotmehê hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. 

Her wiha li ser îşkenceya sîstematîk û polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk, agahî ji raya giştî re hat dayîn.

...