Jinên HDP'yî yên li Hambûrgê bi îdîa ne

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dewam dikin. Tevî vekirina gelek standên agahdarkirinê, jinan xebatên xwe yên li semtan zêde kirin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dewam dikin. Tevî vekirina gelek standên agahdarkirinê, jinan xebatên xwe yên li semtan zêde kirin. Li ser banga Meclîsa Jinê ya Rojbîn, jinên li semtên Wîlhelmsbûrg û Neûwîedenthalê duh li hev civiyan û li ser rê û rêbazên destekkirina HDP'ê axivîn.

Di axaftinên li civînê de bal hat kişandin ser rewşa li Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku bikaranîna dengan li Ewropayê gelekî hêsan e. Di axaftinan de hat bibîrxistin ku mirovên di mîtînga HDP'ê ya beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê de birîndar bûn, bi rewşa xwe ya birîndarî çûne ser sindoqan û hişyarî hat dayîn, ku di dengdayîna li Ewropayê ya navbera 8-25'ê Cotmehê de, hilbijêr li benda roja dawî ya dengdayînê nemînin.

Jinan diyar kirin ku ji bo dengê xwe bidin HDP'ê ew ê cîranên xwe ziyaret bikin, bi rêya telefonê li xizmên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bigerin û di 14'ê Cotmehê saet di 09:30 de li rawestgeha Neûwîedenthalê bicivin û bi hev re biçin dengê xwe bi kar bînin.

Jinên HDP'yî yên li semta Osdorfê, wê roja Duşemê civîna xwe ya destpêkê lidar bixin. Roja Çarşemê jî wê jinên li Altona standê vekin.

...