KJA: Li dijî şer, aştî a niha!

KJA diyar kir, ku ew ê destekê bidin çalakiya bi şiyara 'Li dijî şer, aştî a niha' bê lidarxistin.

KJA diyar kir, ku ew ê destekê bidin çalakiya bi şiyara 'Li dijî şer, aştî a niha' bê lidarxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Jinê ya Azad (KJA) de hat gotin, "Weke jinên KJA'yî, ji bo tevlî mîtînga ked, aştî û demokrasiyê ya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB a bi şiyara 'Li dijî şer, aştî a niha' ya 10'ê Cotmehê bibin, em ê li Enqereyê bin."

'NETEWEYA DEMOKRATÎK HEDEF TÊ GIRTIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hikûmeta AKP'ê ya nikare xwe li hewldanên avakirina xwerêveberiyê rabigire, li Gimgim, Farqîn, Bismil, Dêrsim, Cizîr, Colemêrg, Sûr û gelek navendên din, di bin navê herêma ewlekariya taybet de rewşa awarte îlan kiriye û hat destnîşankirin, ku AKP bi şerê ji bo desthilatdariya xwe daye destpêkirin re, neteweya demokratîk hedef girtiye.

KJA'yê ragihand ku tevî operasyonên qirkirina siyasî û qetilkirina sivîlan jî ew ji çareseriya demokratîk û aştiyê bi bawer in û got, "Ji ber vê yekê di 10'ê Cotmeha 2015'an roja Şemiyê de em ê bi hemû hêzên bindest, jin û hêzên demokrasiyê re bêjin, 'Li dijî şer, aştî a niha'."