Li Parîsê jin bi rojeva hilbijartinê civiyan

Jinên Kurd ên li herêmên Vîllîer le Bel, Grîgny û Champîgny ên Parîsê dijîn, li ser mijarên HDP û hilbijartinê, civîn lidar xistin.

Jinên Kurd ên li herêmên Vîllîer le Bel, Grîgny û Champîgny ên Parîsê dijîn, li ser mijarên HDP û hilbijartinê, civîn lidar xistin.

Di civînê de pêvajoya hilbijartinê, rojeva siyasî û şêweyên tevlîbûna jinê li xebatên hilbijartinê û dengdayînê hatin nirxandin. Jinên ku li bajarên mezin xebatên hilbijartinê dimeşînin, ji bo tevlîbûna aktîf a jinan li dengdayînê, zend û bend ba dan.

Jinan dan xuyakirin ku bi taybetî divê jin li hemberî dîktatoriya Erdogan têbikoş in û destnîşan kirin, ku desthilatdariya bi tena serê xwe ya Erdogant ê wateya xwîn, zilm û hîn bêhtir qetilkirina jinan. 

Di civînê de, ji bo tevlîbûna jinan a li dengdayînê were xurtkirin biryar hat dayîn konvoya jinan were avakirin. 

Jin her wiha bi rêya telefonê ji navenda agahiyan a HDP'ê bi hilbijêran re diaxivin û ji wan dixwazin ku dengê xwe bidin HDP'ê. 

...