'Divê JINHA weke çavkaniya rûmetê ji bo Tirkiyeyê bê dîtin'
KJA nerazîbûn nîşanî astengkirina malpera JINHA'yê da û xwest, ev helwesta antî-demokratîk bê terikandin.
KJA nerazîbûn nîşanî astengkirina malpera JINHA'yê da û xwest, ev helwesta antî-demokratîk bê terikandin.
KJA nerazîbûn nîşanî astengkirina malpera JINHA'yê da û xwest, ev helwesta antî-demokratîk bê terikandin.
Kongreya Jinê ya Azad (KJA), der barê astengkirina malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku azadiya çapemeniyê ya ku bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin, di roja îro de li Tirkiyeyê bi gefeke cidî re rû bi rû ye û hat gotin, "Her roj li hemberî xebatkarên çapemeniyê bêhiqûqiyeke mezin rû dide û dadgerî jî bêdeng e."
KJA'yê bibîr xist, ku xebatkarên çapemeniya azad ên Kurd, bi dehan salan e di bin zexta dewletê de hewl didin karê xwe bimeşînin û di vê oxirê de berdêlên gelekî giran dane.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku polîtîkaya zext û bêbandorhiştinê ya dewletê li ser saziyên medya û çapemeniyê, bi biryara astengkirina malpera yekane ajansa nûçeyan a jinan a cîhanê JINHA re derketiye asteke nû.
KJA'yê da zanîn ku li şûna JINHA ji bo Tirkiyeyê weke şensek û çavkaniya rûmetê bê dîtin, hewldanên saziyên dewletê yên bêdengkirina wê, cihê şermê ye.
Daxuyaniya KJA bi vî rengî bi dawî bû: "Yên ku rê li ber vê şermê vekirine, çi zû çi dereng wê taliyê hesap bidin civaka Tirkiyeyê, bi taybetî jî jinan. Em careke din bibîr dixinin ku navê rejîmên mûxalefet lê nîne, ne demokrasî ye û bang dikin ku ev helwesta antî-demokratîk tavilê bê terikandin. Ji malbata JINHA'yê re jî em dibêjin derbasbûyî be."