Li bajarê Hollanda Den Haagê panelek jinan û hilbijartinê hat lidarxistin. Yuksekdag a bi rêya telefonê beşdarî panelê bû got, "Me soza dane şehîdên jin ti carî ji bîr nekir. Nirxê hemû canên hatine qetilkirin li ser milê jinan e."
ANF
DEN HAAG
duşem, 5 kewçêrê 2015, 07:14
Li bajarê Hollanda Den Haagê panelek jinan û hilbijartinê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a bi rêya telefonê beşdarî panelê bû got, "Me soza dane şehîdên jin ti carî ji bîr nekir. Nirxê hemû canên hatine qetilkirin li ser milê jinan e."
Li bajarê Hollanda Den Haagê, panelek jinan û hilbijartinê hat lidarxistin. Endama berê ya KNK'ê Fatma Dîkmen û rojnamevan Fusûn Erdogan weke qiseker beşdarî panelê bûn. Di panelê de Platforma Jinan a Demokratîk a Hollandayê hat ragihandin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi rêya telefonê beşdarî panelê bû û anî ziman ku her roj zarok bi terora dewletê tên qetilkirin û daxwazên jinan hedef tên girtin.
Yuksekdag got, "Ji aliyê AKP'ê ve ji jinan re 'hiş bin' tê gotin, lê belê li dijî hêzên Tirkiye veguherandine gola xwînê, bi eksa jinê wê HDP bi ser bikeve." Yuksekdag di dewama axaftina xwe de got, "Me soza dane şehîdên jin ti carî ji bîr nekir. Nirxê hemû canên hatine qetilkirin li ser milê jinan e."
Yuksekdag hovîtiya li Ekîn Wan (Kevser Elturk) hat kirin û qetilkirina sivîlan di dema dawî de bibîr xist û got, "Li dijî kesên ku ji bo xatirê evîna xwe ya 400 wekîlan, jin, zarok sivîlan qetil dikin, em ê bêhtir xurt bibin û bi ser bikevin."
Yuksekdag anî ziman ku desteka jinên li derveyî welat dijîn ji bo HDP'ê, gelekî girîng e û got, "Jin wê bibin ronahî û vê rêya tarî ronî bikin. Ji bo serketina gelê xwe, em bi biryardarî tevbigerin. Jİ bo pêkhatina aştî, azadî û wekheviyê em ê bêjin dîsa dîsa HDP."
Fatma Dîkmen jî diyar kir ku ew ketine pêvajoyeke hilbijartinê ya bi xefikan tijî û destnîşan kir ku yên ev rewşa şer afirandine, di dawiya dawî de wê li maseyên dadgeriyê hesap bidin. Dîkmen ragihand, ku derdorên ji avabûna komarê û vir ve tên binpêkirin, di bin sîwana HDP'ê de civiyane û destnîşan kir ku zimanê HDP'ê mîna zimanê jinan, zimanê aştiyê ye.
Rojnameya Fusûn Erdogan jî da xuyakirin ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê Erdogan 3 rojan ji qesra xwe derneketiye û dema ji qesrê derketiye jî şer îlan kiriye. Fusûn Erdogan diyar kir ku Erdogan dabestên leşkeran ên bi vî şerî re derketin holê, weke kursiya hilbijartinê bi kar aniye.
Rojnamevan Fusûn Erdogan bal kişand ser hovîtiya dewlet li Kurdistanê dike û got, "Em jin xwe bixin şûna dayika Cemîle ya hat qetilkirin, ku bi vî rengî giraniya zilmê hîs bikin. Wê dayikê bedena keça xwe ya bêruh di hembêza xwe de ragirt, neçar ma wê bixe hundirê sarincê û bi bilindkirina ala spî re neçar ma cenazeyê keça xwe veşêre." Erdogan destnîşan kir ku jin wê ji ber vê yekê hesap bipirsin û ev bang li jinan kir: "Em deng bidin HDP'ê û têkçûneek mezin bînin serê Erdogan."
Li aliyê din, rêxixstinên cuda yên jinan ên li Hollandayê dixebitin, di panelê de, bi armanca destekdayîna hêzên azadî, demokrasî, ked û aştiyê yên li Kurdistanê, bi armanca destekkirina têkoşîna demokrasiyê hatin cem hev û bi xwendina danezanekê re ragihandin ku wan Platforma Jinan a Demokratîk li Hollandayê ava kirine.