Dîsa sirûda Îstîklal, dîsa îşkence

16 jinên HDP'yî yên li Stenbolê hatin binçavkirin, di otobusa polîsan de rastî zext û îşkenceyê hatin. Derket holê ku polîsên jin di otobusê de li jinên HDP'yî dane û hewl dane bi zorê sirûda Îstîklalê bi wan bidin gotin.

16 jinên HDP'yî yên hatin binçavkirin, li pêkanînên ne kêmî faşîzma 12'ê Îlonê rast hatin. Jinên ku di dema binçavkirinê de bi lez û bez sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê hatin kirin, derket holê ku di otobusê de polîsên jin lêdaneke dijwar li wan kirine û hewl dane bi zorê sirûda Îstîklalê bi wan bidin gotin. Jinên piştî serbest hatin berdan, şîdeta fîzîkî û psîkolojîk a li wan hat kirin, ji ANF'ê re vegotin û gotin, "Hewl dan bi zorê gotina 'Çi bextewere kesek ji xwe re bêjim Tirk im' û sirûda Îstîklalê bi me bidin gotin. Ji me re gotin, 'Çi karê we li vir heey, biçin Kobanê, biçin Qendîlê' û li me dan." Jinan diyar kirin ku heta polîsên jin bên cezakirin, ew ê têkoşîna hiqûqî bimeşin.

Di 2'ê Cotmeha 2015'an de, 16 jê jin 51 HDP'yî di serdegirtinên li Stenbolê de hatin binçavkirin. Derket holê ku 16 jinên HDP'yî di dema binçavkirinê de rastî îşkenceya polîsên jin hatine. Jinên ku piştî destên wan ji pişt ve bi kelepçeyê hat girêdan di wesayîta polîsan rastî lêdaneke dijwar hatin, hewl hat dayîn ku bi zorê sirûda Îstîklalê bêjin. Ji van 16 jinan Hevseroka berê ya HDP'ê ya Navçeya Bagcilarê Sebîha Bozan, Rêveberiya HDP'ê ya Navçeya Fatîhê Perîhan Yokûş û endamên HDP'ê Zeynep Arslan û Muzeyyen Açiş, şîdeta li wan hat kirin vegotin.

'PERDE KIŞANDIN Û ÊRÎŞÎ ME KIRIN

Sebîha Bozan a 55 salî ku di her çalakiya ji bo aştiyê de li refên herî pêş cih digire, rastî lêdan û heqareta polîsên ên di emrê zarokên wê de ne hat. Bozan a ku nexweş e bi vî rengî îşkenceya lê hat kirin vegot: "Di roja duyemîn a ragirtina li emniyetê de, nîvê şevê hat gotin, 'rabin em ê biçin nexweşxaneyê'. Ji tevgera polîsên jin ên li emniyetê xuya bû, wê nexweşî rû bide. Ji xwe, bêyî li gorî emrê me nêzî bibin, ji pişt ve destên me bi kelepçeyê girê dan. Welê şidandibûn, ku min got qey destên min jê bûne. Ji xwe destê min ê rastê emeletiyatkirî ye. Min çiqasî ji wan xwest hinekî kelepçeyê sist bikin, wan ewçendî bêhtir şidandin. Di destpêkê de em dehf dan û li otobusê siwar kirin. Dûre perdeyên di wesayîtê de kişandin, ronahî vemirandin û êrîşî me kirin.

'POLÎSÊN MÊR LI REWŞÊ TEMAŞE DIKIRIN Û DIKENIYAN'

Bi jimartinê li serê me dixistin. Ya ku porê xwe zêde bû, porê rûçikandin, ya nebû jî kul li serî û çenga wê dixistin. Polîseke jin çek li me kişandibû û bi wî rengî sekinîbû. Yekê jî xwe nêzî me kir û zexta bêjin, 'Çi bextewer e mirovê ji xwe re dibêje Tirk im' dikir. Polîsên mêr jî li rewşê temaşe dikin û ji xwe re dikeniyan. Polîsan bi kenekî bilind sirûda Îstîklalê xwendin. Zext li me jî kirin ku em jî bêjin. Bêguman me negot. Di helwesteke me ya herî biçûk de, li me didan." Bozan anî ziman ku ev îşkence heta çûn û ahtine nexweşxaneyê dewam kir û diyar kir ku di emrê xwe de cara yekê ye rastî şîdeteke wiha tê. Bozan got, "Jinbûyîn li aliyekî, vana nikarin bibin mirov" û ragihand, ku heta dawiyê ew giliyê wan dikin.

'ÇARIKA MIN KIŞANDIN Û KULM LI SERÊ MIN DAN'

Jineke din a rastî şîdetê hat, rêvebera navçeya Fatîhê Perîhan Yokûş a 50 salî bû. Polîsên jin hewl dan bi zorê çarikê ji serî rakin û lê dan. Tevî her tiştî jî rûyê Yokûş li ken e û anî ziman ku pêkanîna li wan hat kirin, rewşa despotîk a Tirkiye di nav de ye, radixe pêş çavan. Yokûş ku mîna hemû jinên din destên wê ji pişt ve bi kelepçeyê hat girêdan got, "Em 16 jin bûn. Bi hinceta birina nexweşxaneyê em ji hucreyan kom kirin. Ji pişt ve destê me bi kelepçeyê girêdan û li otobusê siwar kirin. Li me hemûyan dan. Yek ji polîsên jin çarika min nîşan da û bi gotina, 'Tu ne misilman e, çima serê xwe dinixumîne?' henekê xwe bi min kir. Li polîsa din a jin vegeriya û got, 'Werin em dilê xwe li vê rehet bikin'. Dûre ya li ber serê min sekinî çarika min kişand û bi kulman li min dan. Serê min hînê diêşe. Ev eyk bi zanebûn kirin, ji bo şopa wê bimîne." Yokûş ragihand ku di vegera ji nexweşxaneyê de wan li midûriyeta emniyetê, şîdeta li wan hatiye kirin vegotne û got, "Ew unîformayên li ser xwe, ji bo verişandina kîn û nefreta dilê xwe, bi kar tînin. Û yên vê dikin jî qaşo jin in. Lenet li wan bê."

'HEWL DAN BI ZORÊ SIRÛDA ÎSTÎKLALÊ BIDIN GOTIN'

Xebatkara HDP'ê Zeynep Arslan a ku ji ber derbên potînan kavika lingê wê werimiye, da xuyakirin ku di jiyana xwe de cara yekê ye ew rastî lêdaneke bi vî rengî û heqatan hatiye. Arslan diyar kir ku dema li hucreyên 'têkoşîna li dijî terorê' dihatin ragirtin, di sibeha 3'ê Cotmehê de bi lez û bez ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşa û û zilma li wan wan hat kirin bi vî rengî vegot: "Polîsên jin hemû li emniyetê disekinînin. Hemû ciwan bûn. Çawa em dîtin, destê me ji pişt ve bi kelepçeyê girê dan. Kelepçe welê şidandin, ku min got qey destên min jê bûne. Jin ji wan re got, ku canê min diêşe û xwest kelepçeyan hinekî sist bikin. Lê li min guhdarî nekirin û em li otobusê siwar kirin. Li otobusê perde girtin û li me dan.

Pihîn û kulm li me didan û digotin, 'Çi karê we li vir heye, biçin Kobanê, biçin Qendîlê'. Sixêfên neyên bilêvkirin, li me kirin. Henekê xwe bi çarikên hevalên me kirin. Li xebatkara Ozgur Gundemê Hîcran Urun jî, ji ber ku lingê xwe avêtibû ser hev, xistin. Polîsa jin bi gotina, 'lingên xwe deyne' û porê wê kişand. Hevala Gulîstan ket navberê, lê vê carê li wê xistin. Hemûyan bi carekê ve êrîş dikirin. Ji ber ku destên me ji pişt ve bi kelepçeyan hatibû girêdan, me nekarîbû xwe biparêzin. Hewl dan bi zorê sirûda Îstîklalê bi me bidin gotin. Me negot, lewma wan jî bi dengekî bilind ji xwe re gotin. Bi lêdanê hewl didan gotina, 'Çi bextewer e yê ku ji xwe re dibêje e Tirk im' bi me bidin gotin." Arslan ragihand ku wê şevê faşîzm bi serê wan de hat û destnîşan kir, hesabê vê îşkenceyê wê ji sedî sed bê pirsîn.

Xebatkara KCD'ê Muzeyyen Açiş jî da xuyakirin ku pêkanîna xerab bi serdegirtina li mala wê er destpê kiriye. Açiş anî ziman ku polîsên tevgera taybet ên rûyê wan bi maske, saet di 05:00 de avêtine ser mala wan a li Fîkîrtepe û got, "Me got qey erdhej çêbûye. Nehiştin ku em derî vekin, yekser derî şikandin. Birayê min got ku ew parêzer e, lê belê lê guhdarî nekirin. Bi ketina hundir re dest bi heqaretê kirin. Bi devkî em li erdê dirêj kirin. Her der serûbin kirin. Tevî ku birayê min parêzere jî bi zorê ketin odeya wî û lêgeriyan. Bi potînên xwe pê li her derê kirin û eciqandin." Açiş da zanîn ku pêkanîna xerab li emniyetê jî veguheriye îşkenceyê û di dema rakirina nexweşxaneyê de di otobusê de şîdeta fîzîkî û psîkolojîk li wan hatiye kirin.

'NE JIN BÛN, CINAWIR BÛN'

Açiş got, "Çawa em li otobusê siwar bûn, dest bi lêdanê kirin. Perdeyên wesayîtê kişandin û ronahî vemirandin. Li dû hev kulm li serê me xistin. Heqaret li dû heqaretan dikirin. Bi ken henekê xwe dikirin. 5 kesan êrîşî kesekê dikirin. Mîna ku hewl didan xwe ji mêrên li wan temaşe dikirin re îspat bikin. Gelekî qirêt bûn. Mirov nikarin ji wan re bêjin ew jin bûn. Hemû mîna cinawiran bûn." Açiş ragihand ku heta ev polîs werin cezakirin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.