Yekane hêviya jinan HDP ye!
Namzetên jin ên HDP'ê yên parlamenteriyê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Namzetan destnîşan kirin, ku yekane hêviya jinan HDP ye.
Namzetên jin ên HDP'ê yên parlamenteriyê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Namzetan destnîşan kirin, ku yekane hêviya jinan HDP ye.
Namzetên jin ên HDP'ê yên parlamenteriyê, bi rojnamevanên jin re civiyan. Di civîna çapemeniyê ya bi taştê ya li Taksîmê de, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel jî amade bû.
Beycan Taştiran axaftina vekirê kir û got, "Me li hemberî êrîşên qesrê li ber xwe da, em ê her li ber xwe bidin. Di şexsê Ekîn Wan de em ê serketina hilbijartinê diyarî hemû jinên berxwedêr bikin." Li dû Taşkiran namzetên parlamenteriyê mafê axaftinê girtin.
Mûazzez Tore da xuyakirin ku yekane hêviya jinan HDP ye û got, "Ji ber vê yekê li nava HDP'ê me. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin.
Elîf Bûlût got, "Em jin bi hînbûna pewîstiya têkoşînê re mezin dibin. Lewma em di nav refên HDP'ê de ne. Em ê hemû astengiyên derkevin pêşiya xwe ji holê rakin."
Gulsum Agaoglû diyar kir, ku ji ber azadî, mafê jiyanê yê jinan, jiyana ekolojîk û mafê kedê diparêz e ew di nava HDP'ê de ye.
Saîme Ogûltan êrîşên li hemberî çapemeniyê şermezar kir û anî ziman ku ji ber HDP jiyana nû diparêze ew li nav e.
Sezîn Ûçar ragihand ku HDP nuqteya hevpar a vîn û daxwaza cîhaneke nû ya hemû gelên bindest û jinan e, lewma ew namzeta HDP'ê ye.
ŞEHÎDÊN PIRSÛSÊ HATIN BÎRANÎN
Ferîde Elçîn, şehîdên Pirsûsê Buşra Mete, Ezgî Sadet, Polen Unlu, Ece Dînç bibîr anî û got, "Ji bo ku rêya wan a nîvco mayî bidomînim, ez careke din namzet im."
Dîlek Sûltan Ayman da zanîn ku HDP navnîşana jiyaneke baştir û azad e, ji ber wê namzet e.
Ebrû Ozdemîr, Refîka Gurbuz, Safiye Aktan dan zanîn ku ji ber HDP yekane partiya azadiyan dixe nava tevgerê ye, ji ber dengê koçberan e û li dijî zîhniyeta yekperestî ye, ew li nava HDP'ê ne.
Hulya Avşar bibîr xist ku ew Ereb e û ji ber hemû cihêrengiya di nava xwe de vedihewîne ew ji HDP'ê nazmet e.
Şadiye Koçkar û Kubra Meltem Mollaoglû dest nîşan kirin, ku ji bo şikandina feraseta bi serdestiya mêr û bidestxistina hemû mafên jinê, ew ji HDP'ê namzet in.
Beyza Ustun ragihand ku têkoşîna jinan wê hemû gelan azad bike û got, "Ez li cihekî gelekî rast im."
'JIN WÊ AŞTIYÊ JÎ BÎNIN'
Fîlîz Kerestecîoglû bi bîranîna Sennûr Sezer dest bi axaftina xwe kir û got, "Aştî jî wê ji aliyê jinan ve bê anîn."
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin ku jinan li hemberî polîtîkayên komkujiyê her tim li ber xwe dane û got, "Me berxwedan qezenc kirin. Em berxwedanê ji dayika Cemîle hîn bûn. Beriya wê, teşhîrkirina bedena tazî ya Ekîn Wan a li Gimgimê, em li hev civand."
Huda Kaya bal kişand ser operasyonên xapandinê yên medyayê û got, "Li Cizîrê me bi çavê xwe her tişt dîtin. Em ê bêdeng nemînin. Em şahidê rastiyê ne. Em ê şopdarên rastiyê û aştiyê bin."
Serpîl Kemalbay anî ziman ku ew bi têkoşînê hatine heta vê rojê û destnîşan kir ku partiya wan partiya jinan e."
Nûrten Ertûgrûl Bal kişand ser înfaza Haci Bîrlîk û got, "Ev li kîjan dewleta hiqûqê dikare bê kirin. Eger ev hiqûq be, ez hiqûqeke bi vî rengî nas nakim."
Namzeta ciwanan û gaziya Pirsûsê Şerîfe Erbay, şoreşgerên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û destnîşan kir ku weke ciwan, ew ê her tim aştiyê biparêzin.