Hovîtiya AKP'ê li Swêdê hat şermezarkirin

Jinên Kurd ên li Swêdê dijîn, rêbazên hovane yên AKP û dewleta Tirk ên di şerê li hemberî Kurdan de bi kar tînin, şermezar kirin.

Jinên Kurd ên li Swêdê dijîn, rêbazên hovane yên AKP û dewleta Tirk ên di şerê li hemberî Kurdan de bi kar tînin, şermezar kirin.

Jinan li stasyona trenê ya li paytext Stockholmê, bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk û AKP'ê, xwepêşandan lidar xistin. Li bajarê Gaevle jî jinan bi Şaredar re hevdîtin kirin û der barê sûcên şer ên dewleta Tirk dike de, dosyayek radestî rêveberên şaredariyê kirin.

Çalakiya li paytext Stockholmê duh berêvarê saet di 17:00 de destpê kir. Kurdistaniyan, wêneyên ji sûcên şer ên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê kiriye hilgirtin û bi belavkirina belavokan re der barê êrîşên dewleta Tirk û AKP'ê yên li dijî gelê Kurd û HDP'ê de agahî dan raya giştî.

Di xwepêşandanê de flamayên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, PYD û PJAK'ê hatin vekirin û pankartên bi nivîsên "Bila dagirkeriya li Kurdistanê bi dawî bibe", "Tirkiye dest diavêje cesedan, îşkence dike" hatin hildan. Çalakî saet di 19:00 de bi dawî bû.

LI GAEVLE, DER BARÊ HOVÎTIYA AKP'Ê DE DOSYAYEK PÊŞKÊŞÎ ŞAREDAR HAT KIRIN

Endamên Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Gaevleborgê jî, Şaredara Gaevle ziyaret kirin, der barê komkujî û êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê yên li Kurdistanê de, dosyayek radestî rêveberên şaredariyê kirin.

Jinan bal kişandin ser qedexeya derketina derve û komkujiyên li Gimgim, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û gelek bajarên din ên Kurdistanê û destnîşan kirin, ku ji bo dawî li van êrîşan bê anîn, pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî heye.

Şaredar Åsa Wiklund-Lång jî diyar kir ku ew şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi tirs û fikar dişopînin, lê belê ji ber ku mafê wan weke şaredariyê nîne yekser dest li rewşê werde, ew ê mijarê ji rayedarên partiya xwe re ragihînin û bixwazin ku der barê Tirkiyeyê de bikevin nava tevgerê.

...