Bûldan: Em ê serî netewînin; di 1'ê Mijdarê de em ê bersivê bidin

Koordînasyona KJA ya Stenbolê, binçavkirina 52 HDP'yiyên li Stenbolê, şermezar kir. Bûldan di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku îşkence li binçavkiriyan hatiye kirin û destnîşan kir, ku ew ê di 1'ê Mijdarê de bersivê bidin AKP û Erdogan.

Koordînasyona Stenbolê ya Kongreya Jinên Azad (KJA), binçavkirina 52 kesên ku di nav de rêveber û endamên meclîsa partiyê yên HDP'ê jî hene, li ber Edliyeya Çaglayanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. Di dema dayîna daxuyaniyê de ku polîsan dor lê girtibûn, Parlamenterên HDP'ê Pervîn Bûldan, Beyza Ustun, namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê û Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Stenbolê Cesîm Soylû jî amade bûn. Dayikên aştiyê jî bi xavikên xwe yên spî li refên herî pêş cihê xwe girtin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em operasyonên qirkirina siyasî şermezar dikin" hat vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinan" hatin qîrîn.

BÛLDAN: XWESTIN BI ZORÊ SIRÛDA 'ÎSTÎKLAL'Ê BIDIN XWENDIN!

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan li vir axivî û da zanîn ku ew di pêvajoyeke ku konsepta şerê topyekûn ê AKP'ê tê meşandin de ne. Bûldan diyar kir ku di çarçoveya vê konsepta şer de li Kurdistanê mirov tên qetilkirin, li bajarên mezin rêveber û xebatkarên HDP'yî bi operasyonên qirkirina siyasî re tên binçavkirin, li gelek navçeyên Kurdistanê derketina derve tê qedexekirin.

Bûldan bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û ragihand ku rêbaza binçavkirina 52 hevalên wan ên li Stenbolê jî nîşan dide, ku welat ji aliyê zîhniyete çawa ve tê birêvebirin. Bûldan got, "Hevalên me dema hatin binçavkirin, li wan hat dayîn. Bi taybetî nêzîkatiya li hevalên me yên jin, ji bo Tirkiyeyê cihê şermê ye. Polîsên jin, li hevalên me yên jin ên birin kontrola tenduristiyê dan, bi zorê hewl dan bi wan sirûda 'Îstîklal'ê bidin xwendin. Zilm li wan kirin."

'DI 1'Ê MIJDARÊ DE WÊ BERSIV WERE DAYÎN'

Bûldan da xuyakirin ku li Stenbolê careke din salên 1980'ê tê jiyîn û got, "Îro Stenbol girtîgeha Amedê ye." Bûldan anî ziman ku bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re AKP ji bo qelskirina HDP'ê serî li her rê û rêbazan dide û destnîşan kir, wê nikaribin HDP'ê krîmînalîze bikin, gel wê li dijî zîhniyeta AKP û Recep Tayyîp Erdogan li ber xwe bide û di 1'ê Mijdarê de bersiva pêwîst bide. Bûldan diyar kir ku ew ê li dijî vê rêveberiya zordar rawestin û got, "Li hemberî 52 hevalên me, kîjan biryar derkeve bila derkeve, em gelekî baş dizanin ku ev biryar siyasî ye û bi fermana Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye dayîn. Lê tevî her tiştî jî, em bi malbat û saziyên xwe yên jinan re li vir in û vê pêkanînê şermezar dikin."