Di daxuyaniya piştî civîna meclîsa timî ya KJA ya li Amedê de bang li jinan û tevahiya gel hat kirin, ku li hemberî pêkanînên li dijî mirovahiyê yên hikûmeta AKP'ê, çalakiyên demokratîk pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hêviya azadiyê ya jinan û gelan a bi hezaran salan hatiye tepisandin, li heman erdnîgariyê bi ruhê jin û enternasyonal ê Kobanê, bi şêweyekî ku careke din nikaribe bê tepisandin, şîn bûye.
Meclîsa KJA'yê da zanîn, ku çalakiyên hikûmeta AKP'ê ya ku xwe li hewldanên avakirina xwerêveberiyên li Kurdistanê ranagire, cihê fikar û gumanan e û got, "Meclîsa KJA vê pêvajoyê ne weke pêvajoyeke ku divê bi gumanbarî lê bê temaşekirin û şopandin dibîne. Berevajî weke pêvajoyeke ku divê hemû şoreşger, demokrat, hawirdorparêz, sosyalîst, tevgerên azadiyê yên jinan, hêzên etnîkî û baweriyan ên ji sîstema heyî aciz in, di xeteke hevpar a têkoşînê de bicivin û di serî de li Cizîr, Farqîn, Nisêbîn xwedî li xwerêveberiyên lig elek deverên Kurdistanê bê derketin."
Meclîsa KJA'yê ragihand ku di civîna wan de hatiye destnîşankirin ku xwerêveberî ne tenê ji bo gelên li Kurdistanê dijîn, ji bo hemû gel, bawerî û beşên cuda yên civakê yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn, alternatîfeke demokratîk-azadîparêz a jiyana bi hev re ye.
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, "Meclîsa me ya timî ya KJA, ne tenê ji bo rakirina mercên tecrîdê, ji bo azadiya Ocalan biryardariya têkoşînê nîşan daye û biryar daye ku ji 8'ê Cotmehê û pê ve li her qadê çalakiyên di vî warî de belav bike."
Meclîsa KJA êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî cenazeyên cangoriyên têkoşîna azadiyê û şehîdgehan bibîr xist û got, "Em bang li her kesî dikin ku van pêkanînên li dijî mirovahiyê lanet bikin, xwedî li nirxên manewî derkevin, li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin, mafê xwe yê çalakiya demokratîk bi kar bînin û helwestê nîşan bidin."
Di dawiya daxuyaniyê de bi wesîleya 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê, biryar hat dayîn ku çalakiyên şermezarkirinê ne tenê rojekê, li her qadê bi awayekî aktîf û timî werin lidarxistin.