Weşana malpera JINHA hat astengkirin

Serokatiya Ragihandin û Telekomunîkasyonê, weşana navnîşana jinha.com.tr asteng kir.

Serokatiya Ragihandin û Telekomunîkasyonê, weşana navnîşana jinha.com.tr asteng kir. Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Di encama nirxandina hiqûqî û lêkolîna teknîkî ya li gorî Qanûna bi Hejmara 5651, der heqê vê malperê (jinha.com.tr) de Serokatiya Ragihandin û Telekomunîkasyonê di 07/10/2015'an de, li gorî qanûna bi xala 490.05.01.237719 tedbîra îdarî pêk tîne."

JINHA'yê jî li ser mijarê daxuyaniyek weşand û got, "Berî 4 salan, dema me weke yekemîn ajansa jinê ya cîhanê dest bi weşana xwe kir, me gotibû 'bêyî ku lê bifikirin bê mêr çi bêje, em dinivîsînin'. Em ê bi dirûşma 'bêyî ku lê bifikirin bê dewlet wê çi bêje, em dinivîsînin' em ê heqîqetan her binivîsînin. Bi adresa xwe ya nû re em ê xwe bigihînin aboneyên xwe."