Banga 'bêdeng nemîne' li dewleta Fransayê hat kirin
Li Frankfûrtê, ji bo sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.
Li Frankfûrtê, ji bo sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara û KJAR'ê, ji bo şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Bokûnhaîme Warte de, jinên ji bajarên Frankfûrt, Hanaû û Offenbachê amade bûn.
Di çalakiyê de wêneyên jinên li Parîsê hatin qetilkirin û pankarta bi nivîsa "Em Komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin" hatin hilgirtin. Jİnan bêdengiya dewleta Fransayê ya li pêşberî komkujiyê, şermezar kirin.
'DIVÊ TI KES BÊDENG NEMÎNE'
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Amara Delal Yaman li vir peyivî û got, "Dewleta Fransayê hînê der barê mijarê de bêdeng û ti gaveke şênber neavêtiye. Weke jin, çi dibe bila bibe em ê heta ronîkirina Komkujiya Parîsê bên ber Konsolosxaneya Fransayê. Zîhniyeta ku li Kurdistanê her roj mirovên me qetil dike û ev zîhniyet weke hev in. Lewma em bang li jina dikin ku bibin şopdarên çalakiyê û li hemberî komkujiyan divê ti kes bêdeng nemîne."
Di axaftina li ser navê KJAR'ê de jî ji hikûmeta Fransayê hat xwestin, ku gavê biavêje.
JI BO ÇALAKIYA PROTESTOKIRINA KOMPLOYÊ, BANGA TEVLÎBÛNÊ
Di çalakiyê de, ji bo mîtînga protestokirina komploya navneteweyî ya roja Şemiyê li Bokûnhaîme Warte, banga tevlîbûnê hat kirin.