Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, bi daxuyaniyeke nivîsî, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 9 ê Cotmehê 1998 an de Rêber Abdullah Öcalan bi zextê rejîma Tirk û hevkariya Sûriyê hate der xistin. Bi hevkariya komplogerên navnetewî ji sala 1999 an de li girtîgeha Imralî di bin tecrîdek giran de tê ragirtin. Hewl hate dayîn di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de bi taybetî jinên Kurd û Gelê Kurd bidin îmha kirin. Lê bi têkoşîn û berxwedaniya bêhempa ya Rêber Abdullah Ocalan û Gelê Kurd ev konsept her hate vala derxistin û rejîma Tirk neçar hişt hevdîtinên xwe li Imraliyê di sala 2007 an de bide destpê kirin. Bi berdewamî ji 5ê Nîsana 2015 an de tû agahî ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan naye girtin, hemû hevdîtin hatin betal kirin û tecrîd bi berdewamî giran tê ferz kirin.
Binketina AKP û Erdogan bi serketina Gelê Kurd di dema hilbijartina 7 ê Hezîranê, şoreşa Rojava, pêngava rizgarkirina Şengalê, Mexmûr, Kerkûk û herêmên dîtir yên Kurdistanê û herî dawî berxwedaniya bakûrê Kurdistanê ku bi pêşengtiya Cîzire, Gever, Şirnex û Amed giha lutkeya gerdûnî girêdahî ye. Bi berdewamî hewl dide bi şêwazên wahşiyeta hevkarên xwe çeteyên DAIŞ'ê gelê Kurd bide îmha kirin."
'AZADIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE'
CENÎ diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rasterast bi azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn ve girêdayî û misoger e û ev yek destnîşan kir:
"Ew dengê azadiyê, nasnameya Kurdê azad û azadiya jinê ye. Têkoşîna bêhempa ji bo demokratîzekirina Rojhilata Navîn ji hêzên dagirker a NATO ye bû tehlûkeya binketina desthilatdariya xwe ji lewra jî bi hemû şêwazên bêexlaqî hewl didin tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dengê azadiyê û aşitiyê bidin qut kirin. Avakirina pergala alternatîf a konfederalîzma Demokratîk ku li Rojava bi xweseriya xwe ya demokratîk hate avakirin û tê jiyîn ji tevahî cîhanê re bû modela heqîqeta jiyanê ku dijî şîdet û şer têkoşînê dimeşîne.
Da ku Rêber Abdullah Ocalan bikarîbe mîsyona xwe di pêvajoya demokratîzekirina Rojhilata Navîn rasterast bimêşîne, azadiya wî şertek sereke û bingehîn e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha derbarê pêşketinên şoreşgerî ya Rojava dibêje:
‘Beriya 40 salan me gotibu ku ‘Kurdistan metîngeh ye’ û me dest bi têkoşîna azadiyê kir. Ev cîhê cîhanê wek baxceyek e, ku hemû etnîte, çand, mezheb, reng û heqîqetan rastî hev tên û hevbeş dijîn. Avakirina netewek azad û demokratîk tenê bi avakirina xweseriya demokratîk ev gengaz e.’
Şaxên neteweya demokratîk û organên wê yên rêxistinî ku di her çar aliyên Kurdistanê hatin jiyîn û di dema niha di asta herî jor bi pêşengtiya jinê tê bi rê ve birin, ked û hewldanên Rêber Abdullah Ocalan taybetî yên 20 salên xwe li Sûriyê û Rojava li ser hîme çareserkirina pirsgirêkên civakî yê Rojhilata Navîn ji nû ve radixîne berçavan.
BANGA JI BO BEŞDARIYA MÎTÎNGA 9'Ê COTMEHÊ A LI BRUKSELÊ
Niha Sûriyê û Rojava ji aliyê rejîm û hevkarên xwe yên çeteyên DAIŞ'ê ve hatin talan kirin, gel hatin qir kirin û koçber kirin. Lê biryargeha van hemû qirkirinên gelan û jinan Tirkiyê, Rejîma AKP û Erdogan bi xwe ne. Li Rojava bi sedsalan gelê Kurd li beramberî hemû êrişên dijmirovahî li ber xwe dan û têkoşiyan, ji lewra jî êdî li ser hîme parastina xwe ya cewherî xweseriyên xwe bi rê ve dibin. Li bakûrê Kurdistanê bi pêşengtiya Jina Kurd bi heman rengî berxwedaniyek dîrokî hemberî komkûjiyên siyasî û çandî tê kirin.
Ji lewra jî bi pêngavên Tevgera Jina Kurd em wek bûroya Jinê CENÎ di heman biryardariyê de ne ku Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di warê fîzîkî de bi tekoşîn û berxwedaniya jinê derbasî meriyetê bibe û dawî li şerê sêyemîn ya cîhanê bîne, ji bo jiyanek azad û bi rûmet. Em 17. salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku êdî bi şoreşa jinê ya Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê azadiya xwe di xeta bîrdoziya azadiya jinê kîlît kirin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevbeş têbikoşin. Em piştgirî didin banga TJK-E û bang li tevahî dost û jinên enternasyonal dikin tevlî mîtînga 9'ê Cotmehê li Brukselê bibin."