TJK-E ji bo mîtînga protestoyî ya 9'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir
TJK-E, bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî, ji bo çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Brukselê banga tevlîbûna girseyî kir.
TJK-E, bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî, ji bo çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Brukselê banga tevlîbûna girseyî kir.
TJK-E, bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî, ji bo çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Brukselê banga tevlîbûna girseyî kir.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo çalakiya xeleka ji mirovan a li dora avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya roja 9'ê Cotmehê li Brukselê, di serî de jin, ciwan bang li hemû Kurdistanî, derdorên demokratîk û rêxistinên jinan kir, ku bi awayekî girseyî beşdar bibin.
TJK-E got, "Ji bo li dijî şerê ji aliyê dîktatoriya Erdogan ve hatiye afirandin û ji bo li dijî dijminatiya li mirovahiyê were derketin, em dengê xwe bilind bikin û bi beşdariyeke xurt helwesta xwe nîşan bidin. Ev şerê Erdogan, hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk li hemberî gelên Kurdistanê dimeşîne, şerê dawî yê dîroka wan e. Ji ber vê yekê, êdî hurmetê nîşanî mirî jî nadin û bi balafiran goristanan bombe dike. Ti kes êdî bawer nake ku dewleteke bi vî rengî bi awayekî demokratîk nêzî gelan bibe." TJK-E da xuyakirin ku hêzên desthilatdariyê, ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe, ti rêbazên li dijî mirovahiyê nînin ku serî lê nedin.
TJK-E diyar kir, ku li pêşberî rewşa ku ti nirx nayê naskirin, mirovên ciwan tên qetilkirin û dûre îşkence li cenazeyên wan tên kirin, zêde pêwîstî bi gotinê nîne û got, "Şerê ku hêzên komploya navneteweyî li dijî gelên Kurdistanê dimeşînin, ketiye pêvajoyeke nû. Ev pêvajoya ku vegotina vîn û xwerêveberiya gelan e, xuyaye li ser bingeha şerê gel dimeşe. Berxwedanên li Kobanê û Şengalê, pêşketinên îro li Bakurê Kurdistanê xwe dan der nîşan didin, ku azadî nêzî bindestan bûye.
Bi şerê ku li Bakurê Kurdistanê bi destê hikûmeta AKP'ê re tê meşandin, qirkirin tê kirin. Li hemberî vî şerê ku bi operasyonên siyasî û leşkerî û bi komkujiyan tê meşandin, vîn bêhêz nîne. Vîn û têkoşîna azadiyê ya gelekî, ku di herikîna dîrokê de li dijî her şêwe înkarê li ber xwe da û ev 40 sal in bi her awayî li ber xwe dide, roj bi roj zêde dibe û didome. Dîrokê raxistiye pêş çavan ku ti hêz nikare li pêşberî vê vîna azadiyê bisekine.
Sedsala em tê de ne, wê bibe sedsala bindestan, gelan bi taybetî sedsala jinan. Sedsala têkoşîna azadiyê ye, ku her derdor bi vîna xwe dikare biryarê bide û jiyana xwe diyar bike. Li ser vê bingehê, di sala derbasbûyî de bi destwerdaneke bi vî rengî re bersiv ji hêzên komploker re hatiye dayîn. Bêguman ev têkoşîna azadiyê wê bidome.
Li ser vê bingehê, li dijî komploya naneteweyî ya ku navê her şêwe şer, qirkirina jinê, komkujî, talan, înkar û asîmîlasyon e, em bi xurtî beşdarî çalakiya protestoyî bibin û nîşan bidin ku em xwedî jiyaneke azad a bi nasnameya xwe, bi edalet, aştî, azadî û wekheviyê ne. Çalakî wê li Place Schûman bê lidarxistin û em li bendê ne gelê me ji Belçîka, Fransa, Hollanda û Elmanyayê bi xurtî beşdar bibe."