JIN
Hemû Nûçe
-
Li Berlînê Meclîsa Jinên Êzidî ava bû
Li paytexta Elmanya Berlînê bi navê Binevş Edesa Meclîsa Jinên Êzidî ava bû. -
Dayikên Aştiyê destek dan akademîsyenan
Meclîsa Dayikên Aştiyê diyar kir, ku ew li cem akademîsyenên 'Koma Akademîsyenên ji bo Aştiyê' ne. -
Li Awûstûryayê li dijî qetlîamên AKP’ê banga bilindkirina têkoşînê
Di pêşenga jinan a li bajarê Awûstûrya Grazê de dewleta Tirk hat protestokirin. -
'Em tevlî nava refên YPS-Jin bibin, berxwedana xweparastinê mezin bikin'
YPS-Jin Amed hat damezrandin. Fermandariya YPS-Jin a Amedê bang li gelê Amedê û jinan kir ku bi xurtî xwedî li YPS û YPS-Jin derkevin û bi tevlîbûna li nava refên YPS-Jin re berxwedana xweparastinê mezin bikin. -
Koordînasyona Jinan a HDP’ê: Em ê bi berxwedanê jiyana nû ava bikin
Encamnameya Konferansa Jinan a HDP’ê hat diyarkirin. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Derbeya 12’ê Îlonê 30 sal ji jiyana me dizî, em ê vê carê destûrê nedinê. Bi berxwedanek topyekûn a li dijî faşîzma AKP’ê ve em ê jiyanek nû ava bikin.” -
Cenazeyê jina hat înfazkirin li morga Qoserê tê ragirtin
Cenazeyê jineke navê wê nehate zanîn a ji 4 kesên ku li Qoserê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin înfazkirin li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê ragirtin. -
Li Montpellîerê meşa ji bo sê jinên şoreşger
Li Monptellîerê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşek lidar xist û daxwaza aşkerekirina komkujiyê kir. -
Di Konferansa NY de şoreşa jinê ya li Rojava hat vegotin
Di konferansa bi serenavê "Ji bo cîhaneke aram û lê were jiyîn, nêzîkatiyên nû" ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat organîzekirin de, Sînem Mohamad, şoreva jinê ya li Rojavayê Kurdistanê vegot. -
Jinên li Arjantînê piştgirî dan jinên Kurd
Di çalakiya li Bûenos Aîresê de, ji bo jinên Kurd ên hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin. Têkoşîna jinên Kurd hat silavkirin û banga piştgiriyê hat kirin. -
Ji bo Zeynep Celaliyan kampanya îmzeyan
Yekîtiya Star, ji bo Zeynep Celaliyan a ji sala 2008'an û vir ve li girtîgeha Îranê tê ragirtin, dest bi kampanya îmzeyan dike. -
Li Munchen û Stûttgartê çalakiyên ji bo edaletê
Li bajarên Elmanya Munchen û Stûttgartê, ji bo aşkerekirina komkujiya Parîsê ku ji damezrînerên PKK'ê, Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, çalakî hatin lidarxistin. -
Meclîsa Jinên Sosyalîst nobeda mirovahiyê dewr girt
Nobeda mirovahiyê ya ku ESP'ê li Taxa Gazî daye destpêkirin, ji aliyê Meclîsa Jinên Sosyalîst ve dewr hat girtin. -
Jin bi biryar in bimeşin Botanê
Bi hezaran jinên bi şiyara "Cenaze nayên veşartin, mirovahî dimire. Bila dorpêçiya mirinê bê rakirin" ji bo biçin Botanê ji gelek bajaran bi rê ketine, li pêşiya Sêrtê û herêma Çemê kezer, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin sekinandin. -
YPS Jin a Botanê wê bibe nûnera herî xurt a xeta berxwedanê ya Sara
Fermandariya YPS Jin a Botanê, ku di salvegera komkujiya Parîsê de hat îlan kirin, bi biryar e ku bibe nûnera herî xurt a xeta berxwedanê ya Sakîne Cansiz (Sara). -
Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
Fîdan Dogan a 3 sal berê li Parîsê bi 2 siyasetmedarên jinên Kurd re hat qetilkirin, di 3’yemîn salvegera qetilkirinê de li ser gorê bi girseyî hat bîranîn. -
Irmak: Em ê li ser şopa jinên pêşengên xwe bimeşin
1. Kongreya Asayî ya ODGK li Amedê destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak li konferansê axivî û got, "Em ê ti carî serî li ber we netewînin, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin." -
Ji bo sê jinan çelenga reş danîn ber Sefaretxaneya Fransayê
Di salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger de, girseya gel li Stenbolê çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Fransayê. Hevberdevka HDK'ê Tûncel li vir axivî û bal kişand ser berpirsyariya Tirkiyeyê. -
12 jinên komkujî protesto kirin hatin binçavkirin
Li Îzmîrê, polîsan êrîşî jinên ku komkujiyên li Kurdistanê protesto dikirin, kirin. Di encama êrîşê de 12 kes hatin binçavkirin. -
Polîsan êrîşî girseya gel a ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger li hev civiyabû kirin
Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, girseyên gel li Mersîn û Amedê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîş kirin. -
Ji Konferansa Jinê ya Şaredariyên Rojava biryarên girîng
Endamên jin ên şaredariyên gel ên Rojavayê Kurdistanê yekemîn konferansa xwe bi gelek biryaran bi encam kirin. -
Li Îzmîrê 3 jin ketin ber lêpirsîna ji xala 301.
3 jinên beşdarî çalakiya "Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê" ya li navçeya Îzmîr Karşiyakayê bûn, ji ber ku dirûşma "Jin aştî, dewlet jî şer dixwaze" qîriyan, ji xala 301. a Qanûna Ceza ya Tirk ketin ber lêpirsînê. -
Jin herî zêde li Stenbol, Enqere û Îzmîrê tên qetilkirin
Di meha Tebaxê de 27, di Îlonê de 32, di Cotmehê de 21, di Mijdarê de 28 û di meha Kanûna 2015'an de 32 jin hatin qetilkirin. -
Qetilkirina 3 jinên şoreşger li Viyanayê hat şermezarkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, çalakiyek hat lidarxistin. -
'Ez jina hemû serdeman im'
Ji Fermandarên YJA Starê Jînda Ronahî got, "Ew gelekî narîn, rûnek, serbilind û di heman demê de gelekî cidî bû. Cidiyetek hebû, lê ne tund bû." -
IWA, qetilkirina Demîr, Nayir û Ûçar şermezar kir
IWA der barê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê de daxuyaniyek weşand û got, "Em vê komkujiya duyemîn a li dijî siyasetmedarên jin ên Kurd û şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, şermezar dikin."