Ji Konferansa Jinê ya Şaredariyên Rojava biryarên girîng

Endamên jin ên şaredariyên gel ên Rojavayê Kurdistanê yekemîn konferansa xwe bi gelek biryaran bi encam kirin.

Endamên jin ên şaredariyên gel ên Rojavayê Kurdistanê duh li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarê Rimêlanê yekemîn konferansa xwe lidar xistin. Di konferansê de li ser navê Komîteya Amadekar a konferansê, li ser navê Şaredariya Gel a bajarê Kobanê, li ser navê Yekîtiya Star û li ser navê Desteya Jinan a Kantona Cizîrê axaftin hatin kirin. Di konferansê de derbarê kar û xebatên şaredariyan de rapor hatin xwendin û sînevîzyonek derbarê xebatan şaredariyan de hate pêşandan. Paşê bendên rêziknameyê û qanûna taybet bi buroyên jinan ên şaredariyan hatin xwendin.

Beşdarên konferansê piştî ku hin xalên rêziknameyê û qanûnê sererastkirin, li ser herduyan erê kirin. Her wiha ji bo xebatên vê salê jî plansaziyek diyar kirin. Li gorî plansaziyê gelek biryar di aliyên têorî, fikrî, rêxistinî û ekolojîk de hatin girtin.

Di aliyê fikrî de biryar hate girtin ku perwerdeyên fikrî û rêveberî bêne zêdekirin. Her wiha navenedeke ji bo pêşxistina afrîneriya zarokan were vekirin û pirtûkxaneyeke taybet ji jinan re bête vekirin û çanda xwendinê di nava jinan de were belavkirin.

Di aliyê rêxistinî de jî biryar hate girtin ku divê karên buroyên jinan ên şaredariyan were pêşxistin û hevkariya bi Yekîtiya Star re were zêdekirin û nêrîna Yekîtiya Star di pêşniyarên projeyan de esas were girtin.

Di aliyê ekolojîk de çandina darên fêkî bê zêdekirin û kooperatîfên çandiniyê werin avakirin. Her wiha cihê melevanî yên taybet bi jinan û zarokan li hemû deveran werin avakirin û çanda parastina ekolojiyê bêtir were belavkirin.

Di aliyê tenduristiyê de biryar hate girtin ku perwerdeyên tenduristî li hemû şaredariyan werin vekirin. Pêşxistina hişmendiya jinan û welatiyan di xweparastina ji nexweşiyan. Her wiha di aliyê aborî de jî di konferansê de biryar hate girtin ku ji bo pêşxistina aboriya jinan gelek xwaringeh û kafeterya werin vekirin. Bazar û dukan ji jinan re werin vekirin. Fabrîkeyên konserwa ji jinan re werin avakirin. Her wiha dukan û şûnên taybet bi cil û bergên kurdî yên jinan, sînema werin vekirin.

Di dawiya konferansê de belgefîlmek der barê kurtejiyan her sê têkoşerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de hate pêşandan.