Li Montpellîerê meşa ji bo sê jinên şoreşger
Li Monptellîerê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşek lidar xist û daxwaza aşkerekirina komkujiyê kir.
Li Monptellîerê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşek lidar xist û daxwaza aşkerekirina komkujiyê kir.
Tevî Kurdistaniyên li Montpellîerê dijîn, aktîvîstên Komeleya Mafên Mirovan a Montpellîerê û endamên Partiya Komunîst a Fransayê beşdarî meşê bûn.
Piştî meşê li meydana Comedîe ya bajêr mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftina li ser navê Navenda Civaka demokratîk a Kurd de hat ragihandin, ku heta ronîkirina komkujiyê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Di çalakiyê de komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, hatin protestokirin. Çalakgeran endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, bibîr anîn.
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.