Li Îzmîrê 3 jin ketin ber lêpirsîna ji xala 301.

3 jinên beşdarî çalakiya "Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê" ya li navçeya Îzmîr Karşiyakayê bûn, ji ber ku dirûşma "Jin aştî, dewlet jî şer dixwaze" qîriyan, ji xala 301. a Qanûna Ceza ya Tirk ketin ber lêpirsînê.

Ji bo terora dewleta Tirk a li bajarên Kurdistanê şermezar bike û xwedî li berxwedanê derkeve, "Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê" li Karşiyakayê çalakî lidar xistibû.

3 jinên ku beşdarî vê çalakiyê bûn, ji ber ku dirûşma "Jin aştiyê, dewlet jî şer dixwaze" qîriyan, emniyetê ji wan xwest ku îfadeyê bidin.

Her sê jin dema çûn emniyetê, hîn bûn ku ji ber xala 301. a Qanûna Ceza ya Tirk lêpirsîn li hemberî wan hatiye vekirin. Jinan mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anîn û îfade nedan.