12 jinên komkujî protesto kirin hatin binçavkirin
Li Îzmîrê, polîsan êrîşî jinên ku komkujiyên li Kurdistanê protesto dikirin, kirin. Di encama êrîşê de 12 kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê, polîsan êrîşî jinên ku komkujiyên li Kurdistanê protesto dikirin, kirin. Di encama êrîşê de 12 kes hatin binçavkirin.
Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, ji bo balê bikişîne ser êrîşên hêzên qetlîamker li ber Metroya Bornova li hev civiyan. Jinên ku bi dirûşma "Komkujiyan bisekinînin, em di şînê de ne, di îsyanê de ne" li hev civiyan, xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê belê polîsan êrîşî wan kirin. Di êrîşê de, nûçegihana Evrenselê Eda Aktaş jî di nav de 12 jin hatin binçavkirin.
Polîsan 12 jinên binçav kirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.
Li aliyê din, Hewldana Hunermendan a ji bo Hurmeta ji Jiyanê re ya Îzmîrê, bi armanca protestokirina komkujiyên li Kurdistanê, li Navenda Çandê ya Turkan Saylan civîneke çapemeniyê lidar xist.