Li Awûstûryayê li dijî qetlîamên AKP’ê banga bilindkirina têkoşînê

Di pêşenga jinan a li bajarê Awûstûrya Grazê de dewleta Tirk hat protestokirin.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê duh êvarî (15’ê Çileyê) qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

Di çalakiya ji aliyê jinan li Herrengasse ya li beranberî parlamentoya eyaletê hat lidarxistin de  wêneyên qetlîamê hatin rakirin. Dowîzên bi Elmanî hatin rakirin, belavokên têkîldarî mijarê hatin belavkirin.

Çalakvanan diyar kirin ku AKP’e li Kurdistanê serî li pêkanînên derveyî mirovahiyê dide, banga mezinkirina têkoşînê kirin.