Koordînasyona Jinan a HDP’ê: Em ê bi berxwedanê jiyana nû ava bikin

Encamnameya Konferansa Jinan a HDP’ê hat diyarkirin. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Derbeya 12’ê Îlonê 30 sal ji jiyana me dizî, em ê vê carê destûrê nedinê. Bi berxwedanek topyekûn a li dijî faşîzma AKP’ê ve em ê jiyanek nû ava bikin.”

HDP’e amadekariyên 2. Kongreya xwe ya Asayî dike, Konferansa Jinan bi dirûşma, “Edî Bes e, Em rê nadin faşîzmê! Jinên ji bo wekhevî û azadiyê li ber xwe didin wê bi ser bikevin” pêk hat. Encamnameya konferansê hat diyarkirin.

Konferans diyarî di şexsê jinên ji aliyê dewletê hatine înfazkirin, tevahî jinên hatin kuştin hat kirin, hat diyarkirin ku berxwedana xwerêveberiyê dermanê yek zilamî, şêwazê rêveberiya hewl didin veguherînin yekperestiyê ye.

Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Berevajî yek zilamî, navê şêwazê rêveberiya ku mafê axaftin û biryarê dide herêman, bajaran, taxan, kolanan û ji ber vê dide heta ferdan. Ji bo jinên ji siyaseta navendî hatine dûrxistin, ji bo karibin di nav siyaseta zilam serwer de cih bigirin bi hezaran astengiyî bi neçarî derbas dikin, modeleke ku dikarin di pêvajoyên erkê û biryarkê de tevlî bibin, bi avakirina meclîsên xwe yên xweser ve dikarin li îradeya xwe xwedî derkevin. Meclîsên xwecîhî ji ber wê li gor pîvanên tenduristî-ked-ekolojî û jiyana wekhev azad bê birêxistinkirin, îro û paşeroja jinan a heta dawî li xwedî derkevin xwerêveberî ne.”

Koordînasyona Jinan a HDP’ê destnîşan kir ku pêşeroja jin avadikin wê ji ya desthilatiya niha pir cudatir be, wiha dewam kir: “ Li dijî desthilatiya ku pêşerojek serî ditewîne, mezhebperest, yekperest û kîndar dixwaze, xeta civaka wekhevî, azadîxwazî û civaka pirrengî bi ti awayî 2 xetên ku li hev nakin.”

JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ EM Ê TÊBIKOŞIN

Jinan diyar kirin ku wê teslîmî polîtîkayên şer ên desthilatiyê nebin, wiha dom kirin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, ji bo ji nû ve avakirina maseya çareseriya demokratîk em ê têbikoşin.”
Jinan destnîşan kirin ku ji ber li dijî derbeya 12’ê Îlonê berxwedanek topyekun nehat raberkirin ji jiyana mirovan 30 sal hat dizîn, wiha pê de çûn: “Tevî hemû şertên giran jî em di ferqa hêza xwe ya cewherî, hêza xwe ya guhertin û veguhertinê de ne. Ji ber me li dijî 12’ê Îlonê berxwedanek topyekun raber nekir 30 salên me dizî. Vê carê em ê destûrê nedin. Li dijî faşîzma AKP’ê bi berxwedanek topyekun ve em ê jiyanek nû ava bikin.”

BIRYARÊN HATIN GIRTIN

Biryarên di Konferansa Jinan a HDP’ê de hat girtin wiha ne:

“Ji bo avakirina jiyanek civakî, bi avakirina pêkhateyên xwe yên beşdarbûnê, pirrengî, kêlekanî, demokratîk,
Bi tekoşîna ji bo makezagonek nû ya pêşî li jiyanek ekolojîk, demokratîk, azadîxwaz û pirrengî vedike,
Bi parastina ekosîstemê, hewayê, avê, çeman, behran, golan, axê, daristanan, mêrgan, qadên cotkariyê ve
Bi tevahî jinên ji bo ekosîstemê têdikoşin ve bi hatine gel hev,
Bi xwedîderketina berxwedanên xwerêveberiyê, bi tevahî jinan re ev modela xwerêveberiyê ya ji bo jinan herî guncav e bi parvekirinê ve, ji bo pratîzekirina xwerêveberiyan xebat kirinê ve,
Li dijî şîdeta zilam-dewletê em ê xweparastina xwe pêş bixin, 
Li dijî şîdeta li hember jinê em ê têbikoşin û bi jinên têkoşînvan re bên cem hev,
Bi tevahî jinên dibêjin beden, ked, nasnameya me ya me ye re em ê hêzên xwe bikin yek,
Bi akademîsyen, doktor, mamosta, sînemavan, şanoger, wêjevan, parêzer, xwendekar ên dibêjin ‘bila zarok nemirin’ û Elewiyên bi heman armancê greva birçîbûnê dikin, bi tevahî beşên civakî û gel re em ê hêzên xwe bikin yek,
Li dijî şer û faşîzmê em ê bi berxwedanek topyekun ve jiyana nû ava bikin.”