Irmak: Em ê li ser şopa jinên pêşengên xwe bimeşin
1. Kongreya Asayî ya ODGK li Amedê destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak li konferansê axivî û got, "Em ê ti carî serî li ber we netewînin, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin."
1. Kongreya Asayî ya ODGK li Amedê destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak li konferansê axivî û got, "Em ê ti carî serî li ber we netewînin, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin."
1. Kongreya Asayî ya ODGK li Amedê destpê kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak li konferansê axivî û got, "Em ê ti carî serî li ber we netewînin, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin." Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî diyar kir ku jin û ciwanên berxwedan bi ser xistine her tim hebûne û wê ji niha û pê ve jî hebin.
1. Kongreya Asayî ya Jinên Ciwan ên Demokratîk û Azad (ODGK) bi şiyara "Bi Sara re me ketin pratîkê, bi Bêrîtanan re em bûn artêş, bi Zîlanan re em bûn xet, bi ODGK re em jiyana nû ava dikin" li Navenda Sporê ya Peyasê dewam dike.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bi bîranîna siyasetmedarên jin ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin re dest bi axaftina xwe kir û got, "Hêza me ya xweparastinê û rêxistinbûyîna me, bersiva herî mezin a li hemberî komkujiyan e. Ji ber vê yekê hûn çiqasî me qetil bikin jî, em ê hîn bi xurtî derkevin pêşiya we. Em ew jin in ku herî zêde nêzî azadiyê ne."
'EM Ê LI SER XETA RÊBERÊ XWE BIN'
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak da xuyakirin ku kongre bersiva li rojeke dîrokî ye û got, "Her roj êşeke nû rû dide. Li dijî zilmê em her roj têdikoş in, li ber xwe didin. Lê em rondikan nabarînin û em ê nebarînin. Em ê li ser şopa jinên pêşengên xwe bimeşin. Em ê li ser xeta Rêberê xwe bin."
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
Irmak destnîşan kir ku jinên têkoşîna azadiyê dimeşandin ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, ji bo wan rêber in û got, "Rozerîna me hat qetilkirin û hînê bi gelek jinên me yên din hedef hatin girtin. Em ji hêzên gemarî re vê dibêjin: Em ê ti carî serî li ber we netewînin, em ê ji rêya xwe venegerin. Berxwedan jiyan e. Jinên nû yên ciwan digihêjin û bi pêş de diçin. Em soz didin, em ê têkoşîna jinên xwe ji cihê mayî bidomînin." Irmak da xuyakirin ku ew ê li ser exlaq û azadiya civakê jiyaneke nû ava bikin û anî ziman ku jin jî wê di vê şoreşê re pêşengiyê bikin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî ragihand, ku ciwan û azadî yek in û diyar kir, ku di tevahiya herikîna dîrokê de gelan qezenc kirine û ji niha û pê ve jî wê qezenc bikin. Ayna jî da xuyakirin ku jin û ciwanên berxwedan bi ser xistine her tim hebûne û wê ji niha û pê ve jî hebin. Ayna destnîşan kir ku siberojên azad nêz e.
Konferans dewam dike.