Ji bo Zeynep Celaliyan kampanya îmzeyan

Yekîtiya Star, ji bo Zeynep Celaliyan a ji sala 2008'an û vir ve li girtîgeha Îranê tê ragirtin, dest bi kampanya îmzeyan dike.

Ji bo siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan, ku tevî nexweşxaniya xwe ya giran ji sala 2008'an û vir ve li girtîgeha rejîma Îranê ya li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê tê ragirtin, kampanya îzmeyan tê destpêkirin. Yekîtiya Star der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew ê ji bo Zeynep Celaliyan di 15'ê Sibatê de dest bi pêngavê bikin.

'ÇAVÊN WÊ ÊDÎ NABÎNIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Zeynep Celaliyan li Îranê di nava şert û mercên giran ên îşkenceyê de tê ragirtin, nayê dermankirin û hat gotin, "Doktoran beriya niha gotibûn ku eger neyê dermankirin, wê roniya çavên xwe winda bike. Malbat dixwaze wê bibîne, lê bi awayekî bêhiqûqî destûr ji wan re nayê dayîn. Ji bo sererastkirina mercên giran ên jiyanê, Zeynep Celaliyan gelek caran ket greva birçîbûnê. Piştî ku cezayê îdamê hat rakirin û cezayê wê kirin ragirtina heta bi hetayê, ji bo bê dermankirin tiştek nehat kirin û mercên zîndanê nehatin sererastkirin. Rewşa tenduristiyê ya Zeynep Celaliyan gav bi gav nebaş dibe. Roj bi roj rewşa çavên wê nebaş dibe."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê demeke beriya demekê mudaxle li rewşa Celaliyan bê kirin û hat gotin, "Ji bo doktorên pispor ve nehat dermankirin. Em bang li her kesî dikin ku tevlî kampanya îmzeyan bibin."