Dayikên Aştiyê destek dan akademîsyenan

Meclîsa Dayikên Aştiyê diyar kir, ku ew li cem akademîsyenên 'Koma Akademîsyenên ji bo Aştiyê' ne.

Meclîsa Dayikên Aştiyê destek da akademîsyenên li dijî komkujiyên li Kurdistanê danezana bi serenavê "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" weşandin. Dayikên Aştiyê li avahiya meclîsê ya li Amedê daxuyaniyek dan û gotin, "Mirovên bi şeref û namûs, alîgirê aştiyê ne."

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran daxuyanî da û got, "Li vî welatî, li dijî şerxwazên dixwazin bi xwînê banyo bikin, bilêvkirin û xwestina aştiyê ne karê her kesî ye." Kiran diyar kir ku ew li cem akademîsyenên daxwaza aştiyê kirine cih digirin û got, "Li Cizîr, Silopiya û Sûrê xwîn dirije. Me gelek caran bang li dayikên leşkeran kirin û gotin, 'Werin em vê xwîna dirije bi hev re bisekinînin'. Dayik gelekî baş bi zor û zehmetiyên mezinkirina zarokekî dizanin. Me zarokên xwe ji bo bibin qurbanê qesra Erdogan mezin nekir. Zarokên me dimirin, êdî bes e. Bila dayikên leşkeran jî dengê xwe bilind bikin û nehêlin zarokên wan di şerê ji bo xatirê qesrê bimirin. Weke dayikên aştiyê em alîgirê wan akademîsyenên bi şeref û namûs in. Em, binçavkirina akademîsyenan şermezar dikin. Em li cem wan akademîsyenên alîgirê aştiyê ne. Wan hestên me bilêv kirin."