Meclîsa Jinên Sosyalîst nobeda mirovahiyê dewr girt

Nobeda mirovahiyê ya ku ESP'ê li Taxa Gazî daye destpêkirin, ji aliyê Meclîsa Jinên Sosyalîst ve dewr hat girtin.

Meclîsa Jinên Sosyalîst, nobeda mirovahiyê ya ku ESP'ê di çarçoveya kampanya bi şiyara "Li dijî komkujiyên qesrê berxwedana gelan" de pêr da destpêkirin, dewr girt.

Jinên sosyalîst pankarta bi nivîsa "Bi aqlê jinê re em xwerêveberiyê birêxistin bikin û ber bi azadiyê ve bimeşin" û wêneyên encamên şerê li dijî Kurdan tê meşandin, li konê nobedê daliqandin. Jinan her wiha afîşa bangawaziya tevlîbûna li 3. kongreya xwe ya di 30'ê Çileyê de tê lidarxistin, daliqandin.

Jinên Sosyalîst bang li hemû jinan kirin ku tevlî nobeda mirovahiyê bibin û wê di nava rojê de van çalakiyan lidar bixin:

Saet di 18:00 de sînevîzyona têkildarî jinên çûne Kurdistanê were nîşandan

Saet di 19:00 de koma muzîkê ya jinê ya Sarya bistirê

Saet di 20:00 de nîqaş li ser xwerêveberiyê were bê kirin.

...