Li Berlînê Meclîsa Jinên Êzidî ava bû
Li paytexta Elmanya Berlînê bi navê Binevş Edesa Meclîsa Jinên Êzidî ava bû.
Li paytexta Elmanya Berlînê bi navê Binevş Edesa Meclîsa Jinên Êzidî ava bû.
Li paytexta Elmanya Berlînê bi navê Binevş Edesa Meclîsa Jinên Êzidî ava bû.
Kongreya damezrandinê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Beşdarên kongreyê bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûyîna jinên Êzidî û dan zanîn ku bi hişmendiya jinê re divê vîna xwebûnê bê afirandin û bi vî rengî bersiv ji pêvajoya heyî re were dayîn.
Qisekeran diyar kirin, ku di vê demê de li her qadê êrîşeke bi zanebûn li hemberî jinan tê kirin û destnîşan kirin, ku ji bo afirandina sîstema civaka ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê, ku alternatîfa sîstema zayendîparêz û civaka çînî ye, girîng e jin xwe di nava meclîsan de bi rêxistin bikin.
Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 33 kesan hat avakirin. Her wiha komîsyonên çapemenî, hiqûq, têkiliyên derve, civak, ziman û perwerde, aborî, jinên ciwan û jinên Şengalê hatin destnîşankirin.