Fîdan Dogan a 3 sal berê li Parîsê bi 2 siyasetmedarên jinên Kurd re hat qetilkirin, di 3’yemîn salvegera qetilkirinê de li ser gorê bi girseyî hat bîranîn.
ANF
MEREŞ
şemî, 9 rêbendanê 2016, 15:14
Fîdan Dogan a 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê bi 2 siyasetmedarên jinên Kurd re hat qetilkirin, di 3’yemîn salvegera qetilkirinê de li ser gora wê hat bîranîn. Rêxistinên DBP û HDP’ê yên navçe û bajarên Riha, Dîlok, Semsûr, Meletî, Mereşê, ESP, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes tevlî bîranîna Dogan bûn. Yên ji bo bîranînê ji bajar û navçeyên cuda cuda hatin li bajarokê Bariş ê girêdayî navçeya Elbîstan a Mereşê kom bûn. Kurdistaniyên ji bo beşdarbûna bîranîn hatin jî di ketina bajarokê Bariş de ji aliyê leşker û polîsên Tirk hatin sekinandin, di bin navê lêgerîn û kontrolê de hewl dan tevlîbûnê asteng bikin. Lê polîs û leşkerên rastî bertekên gel hatin, piştî kontrolên nasname û GBT’ê rê vekirin.
Kurdistaniyan bernameya bîranînê bi meşeke ji gora Dogan çend kîlometreyan dûr ve dan destpêkirin. Di bîranîna ku jinên ciwan giraniya girseyê pêk tanîn de, bi sedan kes bi dirûşmeyan ve ber bi goristanê ve meşiyan. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca, endamên Desteya Rêveber a Meclîsê û Meclîsa HDP’ê tevlî meşê bûn. Di bîranînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û welatiyên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.
Di meşê û bîranînê de pankar hatin vekirin, dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Bijî Serok Apo”, “Qatil AKP’e Wê Hesap Bide” û “Qatil Erdogan Ji Kurdistanê Biceheme” hatin berzkirin.
EM LI DIJÎ ZÎHNIYETA QETLÎAMKER TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN
Piştî meşa li cem gora Dogan bi dawî bû ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, Parlamentera Sêrtê Besîme Konca axivî, got mêvanên Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez in, diyar kir ku wê têkoşîna hevalên xwe mezintir bikin. Konca ragihand ku rêya serî bi faşîzmê re derketinê tenê berxwedan û têkoşîn e. Konca got, heman zîhniyeta li Parîsê qetlîam pêk anî 5’ê Çileyê li Silopiyayê jî 3 siyasetmedarên jinên Kurd qetil kiriye.
Piştî axaftinan, bîranîn bi qurnefîl danîna ser gora Dogan bi dawî bû.