Cenazeyê jina hat înfazkirin li morga Qoserê tê ragirtin

Cenazeyê jineke navê wê nehate zanîn a ji 4 kesên ku li Qoserê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin înfazkirin li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê ragirtin.

12’ê Çileyê danê êvarî li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Qoser a Mêrdînê Rêveberê DBP’ê yê Navçeya Qoserê Cengîz Erdem û Selahattîn Arasan, li Taxa Medya jî Mîzgîn Karageçîlî û jinek navê wê nehat zanîn ji aliyê polîsan hatin înfazkirin. Cenazeyên Karageçîlî, Arasan û Erdem ên hatin înfazkirin piştî ji aliyê malbatan hatin teşhîskirin ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. 

Navê jina navê wê nehat zelalkirin ji aliyê ajansa fermî ya dewletê AA wek ‘Berpirsa Herêmê ya PKK’ê Fatma Yuksek’ hat serwîskirin, lê malbata Yuksel a ji bo teşhîsê hatin diyar kirin ku ne Fatma Yuksel e. Cenazeya jina navê wê hê nehatiye zelalkirin li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê ragirtin.