Jin herî zêde li Stenbol, Enqere û Îzmîrê tên qetilkirin

Di meha Tebaxê de 27, di Îlonê de 32, di Cotmehê de 21, di Mijdarê de 28 û di meha Kanûna 2015'an de 32 jin hatin qetilkirin.

Platforma 'Em ê pêşî li qetilkirna jinan bigirin' rapora sala 2015'an aşkere kir. Rapora li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatin weşandin û agahiyên gihaştin ber destê platformê hat amadekirin.

Li gorî raporê di sala 2013'an de 237, di sala 2014'an de 294 jin hatin qetilkirin. Ev hejmar par zêdetir bû û li gorî raporê di sala 2015'an de 303 jin hatin qetilkirin.

Hat ragihandin, ku di meha Tebaxê de 27, di Îlonê de 32, di Cotmehê de 21, di Mijdarê de 28 û di meha Kanûna 2015'an de 32 jin hatin qetilkirin.

Bajarê ku herî zêde jin lê hatin qetilkirin Stenbol e. Li vî bajarî 44 jin par hatin qetilkirin. Piştî Stenbolê li Îzmîrê 20, li Enqereyê 15, li Amedê 13, li Antalya û Bûrsayê 12, li Dîlok û Mûglayê 11 û li Kocaeliyê 10 jin hatin qetilkirin.

Li gorî raporê piraniya jinên hatine qetilkirin zewicî û xwedî zarok bûn.