Fermandariya YPS-Jin a Amedê da xuyakirin, ku pêvajoya heyî û bûyerên li erdnîgariya Kurdistanê diqewimin nîşan didin, ku ji bilî tinekirinê nêzîkatiyeke dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê nîne. YPS-Jin diyar kir, ku AKP'ê pêvajoya aştî û çareseriya neteweya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, ji berjewendiyên xwe yên biçûk ên desthilatdariyê re kiriye qurban.
Di daxuyaniya YPJ-Jin de hat gotin, "Bi meha Tîrmehê re, bi bombekirina gund û çiyayên Kurdistanê re li dijî Kurdan pêvajoyeke tinekirinê ya topyekûn hatiye destpêkirin. Ev pêvajoya tinekirinê bi mehan e li bajarên me, bi şêweyê herî wehşî û li dijî mirovahiyê, tê meşandin. Bi qedexeyên derketina derve yên bi mehane dewam dikin re, ku ne kêmî pêvajoyên rewşa awarte ne, hewl tê dayîn ku bi hovîtiyê re vîna gelê me bê şikandin û berxwedana azadiyê ya gav bi gav mezin dibe, bê tinekirin. Çi ciwan û extiyar, çi jî jin û zarok êrîşî tevahiya civakê dike, bi tî û birçîhiştinê re, bi topbaran û xerakirina malên mirovên me yên sivîl re û bi koçberkirina bi darê zorê re polîtîkayên xwe yên komkujiyê ji her alî ve dimeşîne. Bi tenê di nava pênc mehên dawî de bi sedan jin, zarok û mirovên me yên sivîl hatin qetilkirin."
Daxuyaniya Fermandariya YPS-Jin a Amedê bi vî rengî dewam kir:
"Bêguman di vî şerê parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe de hêza pêşeng, dayikên Kurd ên fedekar û jinên Kurd ên lêgerîna xwe ya azadiyê qet naqedin, e. Di şexsê jinên Kurd ên hişyarbûyî de, sîstema bi serdestiya mêr hewl dide hêviya rizgarî û azadiyê qetil bike. Zîhniyeta dewletparêz a bi serdestiya mêr, ku li hemberî hewldanên aştiyê û demokratîk ên Rêberê me Abdullah Ocalan, li Parîsê sembola tevgera azadiya jinê hevrê Sakîne û Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kir, di salvegera komkujiyê de hewl da li qada berxwedana xweparastinê, bi qetilkirina jinan re hîmê bingehîn ê berxwedanê tine bike. Qetilkirina sê siyasetmedarên jin Pakîze, Sêvê û Fatma, her wiha qetilkirina Melek Alpaydin li pêş çavên zarokên wê nîşan dide, ku dewleta Tirk bi çi rengî, bi zanebûn êrîşî jinan dike.
Ev şehîd, nirxên gelê Kurd in. Meşa li ser şopa van nirxan û sekneke hêjayî ya wan, wezîfeya me ya esasî ye. Ji bo dilsoziya bi van nirxan re, em Amed YPS-Jin îlan dikin.
Li dijî van êrîşan, parastina xwe û civakê, wezîfe û mafê herî xwezayî yê jinê ye. Ti ji êrîşên li hemberî jinê wê bêbersiv nemîne. Em soz didin ku em ê li dijî her şêwe êrîşên dewletê berxwedanê mezin bikin û li hemberî pêkanînên sîstema serdest ên ji bo têkbirina civakê yên weke fûhûş, destavêtin û destdirêjiyê, em ê têkoşîneke tund bimeşînin.
Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê me yê Amedê û jinan dikin ku bi xurtî xedî li YPS û YPS-Jin derkevin. Em bang li tevahiya jinên Kurd ên hêja yên li Amedê dikin ku tevlî nava refên YPS-in bibin, ji bo parastina ax û gelê xwe, berxwedanê mezin bikin."