IWA, qetilkirina Demîr, Nayir û Ûçar şermezar kir

IWA der barê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê de daxuyaniyek weşand û got, "Em vê komkujiya duyemîn a li dijî siyasetmedarên jin ên Kurd û şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, şermezar dikin."

IWA der barê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê de daxuyaniyek weşand û got, "Em vê komkujiya duyemîn a li dijî siyasetmedarên jin ên Kurd û şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, şermezar dikin."

Tifaqa Jinan a Navneteweyî (IWA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û înfazkirina sê siyasetmedarên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirk ve, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir li Silopiyaya hatiye dorpêçkirin, hatin qetilkirin. Rayedarên dewleta Tirk li hemberî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) operasyonan dimeşîne û li dijî gelê Kurd pêkanînên qedexeya derketina derve dixe meriyetê.

Tifaqa Jinan a Navneteweyî (IWA) vê komkujiya duyemîn a li dijî siyasetmedarên jin ên Kurd û şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, şermezar dike.

IWA di duyemîn civata xwe ya giştî de ku di meha Mijdarê de li Fîlîpînan pêk anî, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin hêjayî Xelata Wêrekiya Jinê dîtin. Ev xelata ku nîşaneya rizgariya jinê, azadî û aştiyê ye, radestî rayedarên Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ ya ku endama IWA ye, hatibû kirin.

Îro sêyemîn salvegera qetilkirina van her sê jinan e.

Li gorî daxuyaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi komkujiyeke duyemîn de sê siyasetmedarên jin û mêrek roja Duşemê li navçeya Şirnex Silopiyayê bi giranî hatin birîndarkirin û piştre hatin qetilkirin."

Seketera Giştî ya IWA Emîly Cahîlog li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Em li cem xwişkên xwe yên Kurd û li cem hemû jinên ji bo rizgariya gelan a ji emperyalîzmê têdikoş in, cih digirin."