Polîsan êrîşî girseya gel a ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger li hev civiyabû kirin
Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, girseyên gel li Mersîn û Amedê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîş kirin.
Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, girseyên gel li Mersîn û Amedê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîş kirin.
Di salvegera 3. a komkujiya Parîsê de, ji bo Leyla Şaylemez li ser gora wê bibîr bînin, welatî li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Mersîn Akdenîzê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Jinên ku di nav de Parlamenterên HDP'ê Nûrsel Aydogan û Dîrayet Dîlan Taşdemîr jî hebû, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û gaza îsotê dan.
Pevçûna li vê derê ji ber êrîşa polîsan derket, li nava kolanan dewam dike. Balkêş e ku polîs tim û tim anonsa destwerdanê dikin.
LI AMEDÊ JÎ ÊRÎŞ KIRIN
Li Amedê jî bi pêşengiya Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA), ji bo meşa di salvegera 3. a komkujiya Parîsê bê lidarxistin, gelê diçû tevlî meşa li Meydana Batikentê bibe, rastî êrîşa polîsên Tirk hat. Girseya gel a ku bi vê armancê li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Baglarê li hev civiya, gava dest bi meşê kir, polîsên Tirk êrîş kirin. Tevî êrîşê jî gel hewl dide xwe bigihîne Batikentê.