'Ez jina hemû serdeman im'

Ji Fermandarên YJA Starê Jînda Ronahî got, "Ew gelekî narîn, rûnek, serbilind û di heman demê de gelekî cidî bû. Cidiyetek hebû, lê ne tund bû."

Ji Fermandarên YJA Starê Jînda Ronahî got, "Ew gelekî narîn, rûnek, serbilind û di heman demê de gelekî cidî bû. Cidiyetek hebû, lê ne tund bû."

Sakîne Cansiz (Sara) a tevî 2 hevrêyên xwe li paytexta Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de hat qetilkirin, ji aliyê yek ji fermandarên YJA Starê Jînda Ronahî ve hat vegotin.

Ronahî diyar kir, ku wê di salên 90'î de li zanîngehê navê Cansiz bihîstibû û berxwedana wê ya li zîndana Amedê gelekî bandor li wan dikir. Ronahî da xuyakirin, ku efsaneya Cansiz li her derê dihat bilêvkirin û anî ziman ku piştî bi komeke ji hevalên xwe yên zanîngehê tevlî refên PKK'ê bûn, wê cara yekemîn Cansiz di merasîmeke li perwerdeya şervanên nû de dît.

Ronahî got, "Der barê hevala Sara de ji aliyê leşkerî ve profîla jineke gelekî tund di hişê min de hebû. Ji ber ku dema li berxwedana wê ya bi heybet difikirîm, ev diket hişê min. Di merasîmê de bi van nêrînên xwe em li benda wê bûn. Ji nişka ve hevala Sara hat. Lê belê fîgura jina ku min di hişê xwe de afirandibû, bi temamî hilweşiya. Jineke gelekî narîn, rûken, serbilind û di heman demê de gelekî cidî heb. Ev cidiyeta xwe ne rewşeke tund bû. Darazên di hişê min de, bi dîtina hevala Sara re ji holê rabûn. Tevî ku em ciwan jî bûn, em ê nehesiyan ku ji me cuda ye yan jî ji me mezintir e. Ji ber ku wê ev bi me neda hîskirin. Jineke gelekî germ û ji dil bû. Ji bo dewreya me ya perwerdeyê, dîtina hevala Sara bi tena serê xwe perwerdeyek bû."

Fermandara YJA Starê Jînda Ronahî, nêrîna Sakîne Cansiz a li jiyanê bi vî rengî nirxand:

"Carekê wiha axivîbû: 'Rast e di salên 90'î de Sakîneyek hebû. Û têkoşiya. Dîrok qalê dike, lê divê em vê bi awayekî giştî binirxînin. Ev Sakîne kî ye, çawa şer kir, bi kîjan ferasetan têdikoşiya. Weke jin divê em van binirxînin. Divê em ne tenê hin pêvajoyan esas bigirin. Em têkoşîna ji bo demekê nameşînin. Hemû têkoşînên dîrokê li ser milê me ne. Ez vê pîvanê esas digirim û ji ber vê yekê ez jina hemû serdeman im.' Bi van gotinên xwe re, di kesayetiya wê de modela jinê ya hemû serdeman derdiket holê. Jina ku di nava kûrahiya dîrokê hat jibîrkirin, di şexsê wê de zindî dibû. Dixwest hemû enerjiya mezin a jinê derxîne holê û her tiştên jinê yên hatine windakirin, ji nû ve bide qezenckirin.

Di şexsê hevala Sara de min çanda Apoyî nas kir. Di sohbetên xwe de timî qala Rêbertî dikir. Digot ku çavkaniya her tiştî Rêbertî ye. Her tim Rêbertî, jiyana wî esas digirt û bi me re parve dikir.

Hezkirin di kesayetiya xwe de mezin dikir. Yên ji hevala Sara hez dikirin ji Rêbertî, ji jiyanê hez dikirin. Yên jê hez dikirin ji Kemal Pîr, Hakî Karer û gelek hevrêyan hez dikirin. Yên jê hez dikirin, ji gelê Kurd û ya herî girîng jî ji têkoşînê hez dikirin.

Jin bi wê re mezin dibûn, bi wê re bedew dibûn. Jİ ber ku parvekirinên wê ji dil bûn. Mirov yekser bi wê re dibûn yek. Dibe ku hem ji aliyê emr hem jî ji aliyê tecrûbeyê ve ez nedihaştim wê, lê belê dema ez li cem wê bû, tiştekî bi vî rengî bi min neda hîskirin. Li cem wê me şoreşgerî hîs dikir. Jİ ber ku di nava me de yekîtî diafirand.

Dijmin gelekî baş dizanîbû ku rehê bingehîn ê modela azadiya jinê li Kurdistanê hevala Sara ye. Di şexsê wê de dema vîneke nû derket holê, dijmin ji vê tirsiya. Lewma êrîşeke bi vî rengî kir û xwest encamê werbigire. Lê belê mîna her carê, dijmin xwe xapand. Ji ber ku hevala Sara cihê xwe di dilan de girtibû. Ruhekî mezin ê hezkirin û têkoşînê afirandibû. Bi afirandina gelek Sakîneyan re têkoşîn herdemî kiribû. Jin wê bi ruhê berxwedanê yê hevala Sara re têkoşîna jinê, têkoşîna me ya azadiyê bi ser bixînin."