Li bajarên Elmanya Munchen û Stûttgartê, ji bo aşkerekirina komkujiya Parîsê ku ji damezrînerên PKK'ê, Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, çalakî hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 14 rêbendanê 2016, 07:56
Li bajarên Elmanya Munchen û Stûttgartê, ji bo aşkerekirina komkujiya Parîsê ku ji damezrînerên PKK'ê, Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, çalakî hatin lidarxistin.
MUNCHEN
Çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de bi pêşengiya Komuna Jinê ya Sara û Ciwanên Jin pêk hat. Di çalakiyê de endama Dîe Lînke Brîgîtte Wolf û ji Coraje Brîgîtte Zîgler axivîn. Qisekeran ji Fransayê xwestin ku sûcdaran tavilê derxîne pêşberî edaletê û komkujî careke din şermezar kirin.
Piştî axaftinan, belavoka li ser mijarê hat xwendin. Di çalakiyê de ji bo greva birçîbûnê û meşa roja Înê li Munchenê banga beşdariyê hat kirin. Greva birçîbûnê wê roja Înê saet di 11:00 de li Rîndermarktê destpê bike û roja Şemiyê saet di 17:00 de jî meş û mîtîng were lidarxistin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
STÛTTGART
Cihekî din a çalakiya edaletê Stûttgart bû. Çalakî li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê pêk hat. Di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin de pankarta bi zimanê Elmanî ya bi nivîsa "Em ji Fransayê dixwazin ku kujerên qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên Kurd, aşkere bike" hat vekirin.